Qenala televîzyonê ya civaka Êzidî Çira TV demeke nikare li warê pîroz ê Êzidiyan li Laleşê kar bike. Sedema vê yekê jî qedexeya Asayîşa Şêxan e ku bê hincet nahêle xebatkarên Çira TV li herêmê bixebitin. Civaka Êzidî ji vê qedexeyê nerazî ye. Nûnerên Saziyên Êzidiyan ên Efrînî yên li Şehbayê qedexekirina karên Çira TV ên li Şêxan şermezar kirin û ji rayedaran xwestin ku qedexeyê bi dawî bikin. Hevseroka Yekîtiya Êzidiyan Mûstafa Nebo, ji Koordînasyona Jinên Êzidî Ayşa Sîdo û ji Yekîtiya Êzidiyan Orîvan Menan der barê mijarê de axivîn. Mistefa Nebo qedexekirin şermezar kir û got: ”Çira TV tenê der barê çand û ola Êzidiyan de weşanê dike, lazime hikumeta Başûrê Kurdistanê qedexeyê bi dawî bike.

Vê qedexeyê bi dawî bikin

Ayşa Sîdo jî got: “Ji ber fermanên heta niha civaka Êzidî nedikarî çanda xwe azad bijîn. Bi avabûna rêveberiya xweser re, her wiha bi bandora weşanên Çira TV êdî dikarin çanda xwe bi hêsanî belav bikin. Çira TV bûyerên li Laleşê hemûyan radigihîne. Ez bang li rayedaran dikim ku li pêşiya karên Çira TV ên li herêmê nebin asteng.”

Orîvan Menan jî qedexekirina karên Çira TV li Şêxan û girtina dibistana kaniya spî şermezar kir û ji rayedaran xwest ku vê qedexeyê bi dawî bikin. n ŞEHBA