Cilûbergên wan ên qirêj li ser hev dibin lod û zad û qûtê wan li mal namîne. Mişko rojekê radibe, dibêje:

- Kêza minê, Kêzxatûna minê. Zad û qûtê me li mal nemaye. Îro daweta kurê Mîr e. Ez biçim ji Kêzxatûna xwe re savar, goşt û nanê dawetê bînim.

Kêzê lê vedigerîne:

- Mişkê min ê delal. Bi Xwedê fikreke baş e; ez jî bi te re werim heta beravekê, îro roja cilşoyê ye. Hema min jî bi xwe re bibe. Di vegerê de, em ê bi hev re li mala xwe vegerin.

Mişko dibêje, belê. Kêzê radibe, cil û bergên qirêj hemûyan dixe bexçikekê. Cil û bergan diavêje ser milê Mişko û ew jî diçe ser pişta wî. Mişko berê xwe dide Ava Mezin. Dema digihêje ber Ava Mezin, Mişko ji Kêzê dipirse:

- Kêza minê, ha tu li ber Ava Mezin cilşoya xwe bike, di vegerê de ez ê bêm te ji vir bibim.

Kêzê lê vedigerîne:

- Na wele nabe, ev av bi kêra cilşoya Mişkê min nayê.

Mişko dibêje:

- Nabe! De naxwe rêya li ber xwe bikudînin.

Qederek rê diçin. Ji westa helke helk bi Mişko dikeve. Digihêjin ber goleke mezin. Mişko berê xwe dide Kêzê û dibêje: 

- Kêza minê, ha tu di vê golê de cilşoya xwe bike, di vegerê de ez ê bêm te ji vir bibim.

Kêzê lê vedigerîne:

- Na wele nabe, ev av bi kêra cilşoya Mişkê min nayê.

Li ser vê Mişkoyê reben, rêya xwe dewam dike. Qederekê dimeşin, tên ber bêrmekê. Mişko ji Kêzê re dibêje:

- Kêza minê, ma ji vê bêrmê çêtir! Ha tu li vê bêrmê cilşoya xwe bike, di vegerê de ez ê bêm te ji vir bibim.

Kêzê lê vedigerîne:

- Na wele nabe, ev av bi kêra cilşoya Mişkê min nayê.

Mişkoyê westiyayî, helke helk pêketî, rêya xwe dide ber xwe û dikudînî. Dema digihêjin ber rêyeke karwanan, dibînin ku şûnpêyên hespan di erdê de kortalkê piçûk hiştine û ew kortal bi ava baranê tijî bûne. Hema Kêzê tê ser hemdê xwe û ji Mişkoyê xwe re dibêje:

- Mişkoyê min ê delal, ka raweste li vir. Ha ji vê avê çêtir nîne ji cilşoya Mişkoyê min re.

Mişko radiweste. Kêzê ji ser pişta wê tê xwarê. Mişko bexçika cilûbergên qirêj datîne ber wê û dibêje:

Kêza minê, Kêzxatûna minê, va ye, ez diçim daweta kurê mîrî. Ez ê ji me re zad û qût bînim. Dangoşt û nanê dawetê jî ez ê bînim. Beriya êvarê ez ê bêm vir. Tu cilşoya xwe bike, piştre em ê bi hev re biçin mala xwe.

Kêzê dibêje: 

-Temam Mişkoyê min. Ez cilşoya xwe dikim û li benda te me.

Mişko diçe daweta kurê mîr. Dawetî hatine, dehol û zirne lê dixe, govend digere. Li aliyê din li odê, xwediyê dawetê mîr e. Maqûl, xweşmêrên êl û eşîran hatine rûniştine, sohbet û xweşsohbet in, qehwe li wan tê gerandin. Li aliyê malê, beroş, mencele û qûşxane hemû li ser êgir in. Kelkela wan. Di yekê de dan, di ya din de goşt, di ya din de girar çêdibe ji dawetiyan re. Tenûr jî himhimî ne, qet ranawestin û ji bo nan bigihînin ji mêvanan re.

Mişko jî yekser berê xwe dide aliyê malê, geh ji goştî dixwe, geh ji danî, geh ji girarê û geh ji nanî. Bi wî halî Mişko xwe ji bîr dike û li vegera xwe nafikire. Herçî Kêzê ye, cilûbergan dişoye, wan radixe li ber tavê û piştî ku zuwa dibin jî wan ditewîne û di bexçika xwe de bi cih dike. Tevî ku berêvare Mişko ne xuya ye. Dema ku hingê du suwar xuya dibin, Kêzê hema dilezîne, nêzîkî li wan dike û bi sê dengan bang li wan dike:

- Wa suwarino, wa suwarino, wa suwarino! Heke hûn ê biçin daweta kurê mîr, Mişkoyê min wî li wir e. Heke we dît jê re bibêjin, Kêzê cil şûştin, raxistin li ber tavê, zuwa bûn, tewandin xistin bexçikê, niha li hêviya te ye, da biçin malê.

Suwar berê xwe didin rastê, didin çepê, lê kesî nabînin. Kêzê careke din bang li wan dike dibêje:

Suwar dîsa kesî nabînin, ji xwe re dibêjin "sibhanela" û rêya xwe dikudînin. Dema ku digihêjin mala dawetê, suwar berê xwe didin oda Mîrî. Piştî bi silav û kilavê, piştî bixêrhatinê, yek ji suwaran dibêje:

- Gelî civatê, îro dema me berê xwe da vê derê, li ser rêya karwên, dengek hat, digot, "Wa suwarino, wa suwarino! Heke hûn ê biçin daweta kurê mîr, Mişkoyê min wî li wir e. Heke we dît jê re bibêjin, Kêzê cil şûştin, raxistin li ber tavê, zuwa bûn, tewandin xistin bexçikê, niha li hêviya te ye, da biçin malê." Sibhanela, me berê xwe da çar aliyan û me kes nedî.

Wê demê Mişko bihîst suwaran çi got. Hema pê re hat bîra wî ku dereng maye. Xwe berda mencele, beroş û qûşxanan. Goşt, dan, girar û nan xist tûrikê xwe û berê xwe da cem Kêza xwe. Çawa digihêje cem Kêzê, radihêje bexçikê diavêje ser pişta xwe û Kêzê jî vê carê li ser serê û rûdine. Qederekê diçin, Kêzê avdesta xwe dike. Mişko metel mayî dibêje:

- Kêzê, Kêzxatûna minê, ev çi ye?


Kêzê lê vedigerîne:

- Mişkoyê mino, delalê ber dilê mino; hebek hine ye û xem tineye.


Çîroka min çû nav deviyan, rehmet li dê û bavên me hemiyan.