Navê ya piçûk Eyşê ye, Eyşê jineke pirr bedew e, yeke weke wê nîne li dinyayê. Gava xwediyê malê şevekê li cem jina xwe ya mezin ma, dilê Eyşê ji mêrê wê ma, qebûl nekir. Li ser vê yekê mêrê wê lêda. Eyşê wê şevê li cem mêrê xwe raneza, xeyidiye. Bazirgan divê sibehî bar bike û riya xwe bide ber xwe. Eyşê tê û bi dizî dikeve nava herarekê, û herarê li xwe didirû. Bazirgan rabû bar kir. Herareya keçik têde li qantirê paşiyê bar kir, lê haya wî jê nîne keçik têde ye. Bazirgan kete ser rê û riya xwe dikudîne. Li ser riya bazirganî, marê dûvqutkirî bû derya. Bazirgan nema dikare bibihure. Bazirgan ji xwe re dibêje:
- Sibhanellah, heta îro ez bazirganiyê dikim, mêl di vê riyê re dibim û tînim, ez hîç rasta deryayê nehatibûm. Xwedê derya daniye vir, ev çawa çêbû, mar çawa dibe derya!
Qederekê bazirgan li halê xwe diponijê; nizane çi bike. Bi carekê zimanê deryayê çêbû û derya bi bazirgên re peyivî, got:
- Bazirgano!
Bazirgan go:
- Libê!
Deryayê got:
-Heke tu qantirê paşiyê bidî min ez dê bihêlim tu bibihurî.
Bazirganê reben û heyirî, got:
- Hema qantirê ji te re.
Bazirgên qantir dayê. Deryayê jî xwe ji ber da alî. Bazirgan bihurt çû mala xwe. Hat li Koçhesarê behsa serhatiya xwe dike û dibêje:
- Birano, min dît hûn nebînin.
Xelkê jê pirsî:
- Çawa, te çi dît?
Bazirgan got:
- Ez hertim diçim Mûsilê û têm. Min di rê de ti caran derya nedîtibû. Vê carê ez çûm, min li Mûsilê malê xwe bar kir.Di vegerê de min marek dît, marekî dûvqutkirî. Hat li ser riya min li pêşiya min bû derya.
Zilamê kal jî li wir e û dihisisîne. Bazirgan gotina serhatiya xwe dewam kir:
- Deryayê rê neda min. Ez li wê derê mam asê. Paşê xwest ez qantirê paşiyê tevlî barê li ser bidimê. Çawa qantir û barê wê ji min stand, hê nû rê da min û ez hatim. Hal û mesela min, serhatiyan min ev e.
Civaka li dora wî ecêbmayî ma. Ji xwe re gotin “Naxwe tiştê halo jî hene li dinayayê.”
Mar bi xwe rahişte qantirê û bir. Barê qantirê vekir. Bar bire hundir û qantir berda, qantir bi xwe vegeriya mala xwediyê xwe. Mar herare vekir, di aliyekî wê de keçek heye û li aliyê din malê dinyayê. Keç ji herarê derxist û bir li odeyekê danî. Ti ode weke wê odê li dinyayê nîne. Eyşê matmayî dimîne. Tu bibêjî çi, di odeyan de hene. Ev odeyên marê dûvqutkirî, di binê erdê de ne û bêkêmasî ne û gelekî baş in. Malê dinyayê li cem mar pirr e, mar pere û malê dinyayê nîşanê Eyşê da. Mar Eyşê li cihê xwe gerand. Ew bir odeyekê, di wê odeyê de jî sê hespê bê hene. Eyşê dixwe, vedixwe û kêf dike li mala marê dûvqutkirî. De bila Eyşê li mala mar be, em binihêrin ka mêrê wê çi dike.
Mêrê jina ciwan sibehî rabû, li jina xwe pirsî, nedît. Li malê hemûyî geriya, Eyşê ne li mal e. Çû mala bavê wê, lê pirsî:
- Eyşê nehatiye cem we, ne li vir e?
Bavê Eyşê got:
- Nexêr, nehatiye vir. Çima, qey tiştik qewimî?
Mêrê Eyşê bersiva wî da:
- Şevê din dilê wê ji min ma û xeyidî. Min got, dibe ku hatibe mala bavê xwe.
Bavê Eyşê dest bi fikaran kir û got:
- Ê, belkî te keça min kuştibe.
Mêrê Eyşê got:
- Na bavo, ma min kuştibe ez dê çima bêm li mala te lê bipirsim?
Hevdu qaneh kirin, bavê Eyşê û mêrê wê bi hev re li Mûsilê li Eyşê geriyan, lê belê nedîtin. Hingê mêrê Eyşê ji bavê wê re got:
- Bavo, şeva Eyşê xeyidî, bazirganekî ji Koçhesarê mêvanê me bû. Dibe ku wî bazirganî Eyşê bi xwe re biribe.
Mêrê Eyşê û bavê wê berê xwe dan Koçhesarê û çûn li mala bazirgan bûn mêvan. Bazirganê Koçhesarê qedr û qîmetê wan girt, gelek izzet û îkram ji wan re girt. Piştî ku li halê wan pirsî got:
- Gelî bira, we riyeke dûr daye ber xwe û hûn hatine, sedema hatina we çi ye, hûn ji çi re hatine?
Mêrê Eyşê got:
- Bira, em bibêjin eyb û şerm e, û em nebêjin jî nabe!
Bazirgan şaş ma:
- Çawa?
Mêrê Eyşê bersiva wî da:
- Bira wê şeva tu li me bûyî mêvan, jina min a piçûk Eyşê xeyidî. Min got belkî te anîbe.
Bazirgan sûnd xwar got:
- Min jina te Eyşê nedîtiye. Ma ne şerm û fedî ye, ez bêm mala te, nanê te bixwim û jina te bi xwe re bînim!? Ma tiştê wisa dibe, li dinyayê tiştekî wisa nabe! Bi gora bavê min, min jina te nedîtiye!
Mêrê Eyşê got:
- Gelo te barê xwe seh kir? Di nav barê te de jî nebû?
Bazirgan got:
- Erê, çawa ez gihiştim Koçhesarê min seh kir, di nava barê min de jî nebû. Lê belê, roja ez ji Mûsilê vegeriyam, marek hat pêşiya min, li pêşiya min veguherî deryayê, bû derya li ber min. Min kir û nekir rê neda min. Di dawiyê de doza qantira dawiyê kir barê wê jî pêre. Qantira dawiyê tevî bar ji min stand û hê nû re da min. Piştre barê qantirê ji xwe re biriye û qantira min vegeriya malê.
Bavê Eyşê û mêrê wê gotin:
- Bi xwedê, hebe nebe, Eyşê di nav barê wê qantirê de bû. De rabin da em li wî marî bigerin.