- Wey li min, min çi kir, min çi xwelî li serê xwe kir!

Herkes çû mala xwe. Paşa bi xwe pirr xemgîn e. Tê malê û gunehê xwe ji jina xwe re dadiweşîne:

- Ew kevokên bûn keçik, ya ji wan herî bedew, jina kurê me yê piçûk Şahmeymûn bû.

Kurê paşê bi xwe li qesrê bi tenê ye û her digirî. Sibehekê êdî hew hedana wî hat, rabû bi dinyayê ket, li seranserê welêt geriya. Kir û nekir Şahmeymûna xwe nedît. Şevekê li çiyê lê bû şev û li çiyê raza. Hirçek hat, berê xwe dayê mêrek razayî ye. Çû bi lingê xwe lê xist, ew ji xewê şiyar kir. Kurê paşê rabû, hirçê jê pirsî:

- Tu min nakî?

Kurê paşê got:

- Xwîşkê jina min heye, ez zewicandî me.

Hirçê jê bawer nekir. Xulase, hirçê kurê paşê bi zorê bir mala xwe, mala wê jî qesr e. Kurik li qesrê rûnişt, weke lalan lê hat, deng jê nehat. Berê xwe dayê li hewşê bêrmek dît. Hirçê ew bire odeya xwe û doza jin û mêrtiyê li kurik kir. Bi mirina kurik e. Kurik dibêje:

-Ez nemêr im.

Hirç diçe derman bîne û deriyê qesrê li ber kurik asê kir û kilît bi xwe re bir. Kurik di qesrê de asê maye û ji xwe re li bêrma di hewşê de dinêre. Berê xwe dayê, Şahmeymûn û herdu xwîşkên wê hatin, li bêrmê ber danîn. Bûn keçik û ketin nav ava bêrmê da ku serê xwe bişon. Ketin avê serê xwe şûştin û ji bêrmê derketin. Herdu xwîşkên Şahmeymûnê bûn kevok ji Şahmeymûnê re gotin:

- De xwîşkê zû bibe kevok, em ji vir bifirin biçin, hinek wê me bibînin.

Şahmeymûnê kurik dîtiye di pencerê de, li hêncetan digere:

- Xwîşkino serê min diêşe, ez nikarim bifirim. Hûn bêyî min biçin, ji min bigerin. Ez dê paşê bigihêjim we.

Xwîşkên wê dikin û nakin, Şahmeymûnê razî nakin. Ew bûn kevok, firiyan û çûn. Şahmeymûn li wir hiştin. Şahmeymûnê ji kurik xwest derkeve pencerê da ku wî bibîne.

Kurik derket. Keçikê jê pirsî:

- Tu li vir çi dikî?

Kurik got:

- Ax Şahmeymûn, piştî tu çûyî, ez bi dinyayê ketim li te digeriyam. Hirçê ez girtim û li vir asê kirim.

Keçik bû kevok, kurik li ser pişta xwe danî, ji wir firiyan û çûn. Şahmeymûnê mêrê xwe bir li ser qesra wî danî. Herçî hirç  e, dema vegeriya qesra xwe, li kurê paşê digere, nîne. Dîn dibe. Berê xwe dide çiyê. Qederekê dimeşe pêrgî şêr tê. Ji şêr dipirse:

- Te xortek nediye?

Haya şêr jê nîne û dibêje:

- Nexêr, min nedî.

Hirçê jê bawer nekir:

Şêr her dibêje:

Xuhê haya min jê nîne, min nedîtiye.

Hirç ji ya xwe nehat xwarê û şerê şêrî kir. Şer kirin, şêr lepê xwe li ser ser û çavê hirçê xist, herdu çavên hirçê rijandin. Hirça ji herdu çavan kor bi çiyan û deştan ket.

Li qesra xwe, kurê paşê bi xwe şa ye ku ji nûve  Şahmeymûn dîtiye. Ji Şahmeymûna xwe tika kir:

- Ez qurban, ji bo xwedê êdî kirasê meymûnan li xwe meke.

Şahmeymûnê qebûl kir û ji mêrê xwe xwest dê û bavê xwe biezimîne. Kurik dê û bavê xwe ezimandin, Şahmeymûnê ziyafetek ji wan re amade kiriye. Lê çavên wan ji bedewiya wê xwarin û taman nabînin, ji xwe re rûniştine, lê dinêrin. Piştî wê rojê paşa kurê xwe û bûka anîn cem xwe. Xwedê du kur dan Şahmeymûnê û kurê paşa, paşa kal bû, Şahmeymûnê behîvek ji paşila xwe derxist, ew liba behîvê şikand, kakilê wê da xwezûrê xwe, xwezûrê wê ji êş û derdê kaliyê xilas bû. Ew bi miradê xwe şa bûn, ez ji wê derê hatim çîroka min li we xweş.