Çawa Ferxê Avdel ji diya xwe bû, dest pê kir û peyivî. Ji jinan re got:
- Min qenc bişon ji vê xwînê.
Jin metel man, dîn û har bûn. Dest û lingên wan li hev herbilîn. Nedizanîn çi bikin. Di dawiyê de ji hev re gotin:
-Ev pitik wî hê nû ji diya xwe bûye û diaxive. Ev ne nîşana xêrê ye, belkî ya şer e. Ya baş em wî biavêjin. Çi tê serê wî bila bê.
Diçin, Ferxê Avdel ê nûbûyî dibin tewlê, wî diavêjin nav nal û simên hespan. Ferxê Avdel li wir bi ziman bû. Ji mehîna nêzî xwe re got:
Herê mehînê
Li min nede tu pehînê
Heke mezin bûm, ezê ji bo te çêkim lixaf û zînê.
Dîtira rojê, rabûn, çûn tewlê, berê xwe danê, Ferxê Avdel hê sax e. Dîsa bi hev şêwirîn jin, vê carê jî rahiştinê ew birin axurê avêtin nav gayan, da ku di nav piyên wan de bimire. Çawa Ferx avêtin nav piyên gayan, bi ziman bû û gote gayê li ber serê xwe:
Gawo, gayê xebar e,
Xwe ji min nede kenare,
Heke mezin bûm, ezê ji bo te çêkim afirê deware.
-Bû sibe, dîsa hatin, berê xwe danê hê jî Ferxê Avdel sax e. Li ser vê çûn ew birin dan dayika wî. Taze naze şuştin, şîr dan. Paşê jêre dergûşek û textekî xewê dan çêkirin. Keçapeke Ferxo heye, ew jî pitik e, navê wê Stî ye. Wekî heta êvarê li ber Ferxo geriyan, şîr danê û di dergûşa wî de razandin, sibehî rabûn, Ferxo di dergûşê de nîne. Dayika Ferxo lê digere. Bi vir ve diçe û bi wê de diçe. Lê gêj dibe, Ferxo nabîne. Jinapa Ferxo sibehî radibe li nav textê pitika xwe Stiyê dinêre matmayî dibe. Bi çavên serê xwe dibîne ku Ferxo li cem Stiyê nivistiye wî di xew de ye. Bang li dayika Ferxo kir. Dayika Ferxo hat û ew jî metel ma li wê sosretê. Rahişt Ferxo, ew hilgirt anî malê. Ew xist dergûşa wî, şîr dayê heta êvarê. Êvarê qenc girê dan, sibehî rabûn, nêrîn Ferxo dîsa ne li cihê xwe ye. Çûn mala apê wî, berê xwe danê wî di dergûşa Stiyê de li cem wê raketiye.
Landikek ji bo herduyan dan çêkirin, dayînek ji wan re girtin û wê dayînê xudaniya wan kir. Axir, herdu bi hev re mezin bûn. Îcar bavê Stiyê û bavê Ferxo rûniştin tegbira xwe kirin. Bira ji birê re got:
-Tu divê em çi bikin?
Bavê Ferxê Avdel gotiyê:
-Min divê tu Sitiyê bidî Ferxo.
Bavê Sitiyê lê vegerand:
-Bira hema te go çi bila wisa be, emê weke te hez kir bikin. Ma ne yê te ew kur e û ya min jî ev keç e. Ez keça xwe didim kurê te.
Her duyan li hev kir. Piştî vê ji sibehî heta êvarê Ferxo û Sitî bi hev re radibin û bi hev re rûdinin. Qederekê paşê bavê Ferxo mir. Li ser vê Ferxo çû mala apê xwe. Zêde dem nebihurî, diya wî mir. Ferxo û Sitiyê her li cem hev bûn û bi hev re mezin bûn.
Rojekê mirovekî jêre dibêjin Çixalo hate cem bavê Stiyê. Çixalo berê bihîstiye ka Sitî çiqasî bedew e. Ne bi dilekî bi sed dilan hebandiye. Çixala ji apê Ferxo re got:
-Tu keça xwe bidî min, ezê bibim şivanê te. Sed berxa bide min, sed miya bide min, sed berana bide min, sed hogican bide min, sed berindiran bide min. Ezê wan bibim zozanan û hemûyan ji bo te bikim beran, heke tu Sitiyê bidî min.
Bavê Sitiyê tema bû û bi temakarî gotiyê:
-Were destê min!
Çixalo çû destê bavê Sitiyê, bavê Sitiyê gotina xwe dewam kir:
-Heke tu ser qewlê xwe hatî, ezê Sitiyê bidim te.
Rabû jê re anî sed beran, sed kavir, sed berindir, sed berx û hemû dan pêşiya Çixalo. Çixalo mêrekî qenc e, pirr jêhatî ye. Ferxo pê hisa ku apê wî Sitî daye, û dest bi girî kir. Sitî ji wê ve hat, nêrî ku Ferxê Avdel wî digirî. Xwe nêzî kir, û jê pirsî:
-Ferxo te xêr e, ji bo çi tu digirî?
Ferxo ji Sitiyê re got:
-Çi xêr û çi hal! Ma tu pê nizanî, bavê te tu dayî Çixalo!
Sitî li ber dilê Ferxo geriya û xwest barê dilê wî sivik bike:
-Tu guhê xwe mediyê, serê xwe pê meêşîne! Ez her ya te me.
Heçî Çixalo bû çû zozanan, ji sibehî heya êvarê li ber pez e, xudaniya pêz dike. Heçî Sitî û Ferxo ne, ji sibehî heta êvarê diçin nav rezan û seyranê dikin. Êvarê vedigerin û destê xwe diavêjin stûyê hev.
Çixalo çû zozanan, pezê xwe çêrand. Mêrga lê mêrgeke xurt bû. Berxê xwe kir beran, berindirê xwe kir beran, kavirê xwe kir beran. Heçî pezê guran û dehbeyan xwarî, çû bi xurtî pezek anî kire nav pezê xwe. Pezê xwe temam kir. Şeş mehên wî qediyan. Koçer ji zozanan vegeriyan. Çixalo jî pezê xwe ji zozanan daxist. Êdî rojek û deh roj bûn, pez li axayê xwe vegerand. Axayê wî jî got:
-Naxwe em biçin serekî li pezê xwe bidin, ka em bibînin pezê min çawa ye.
Qederê bîst mêran bi xwe re rakirin û birin. Dema çûne nav pez, nêrîn, maşella ji xwedê re ne zanin berx kîjan e û ne jî zanin beran kîjan e, hemû bûne beran. Mîh bi xwe jixwe mîh in. Vegeran hatin mal, bavê Sitiyê zanî êdî mesele meseleyeke hêsan nîne, ji bo ku ji soza xwe venegere û Sitiyê ji Ferxo nestîne ji Çixalo re got:
-Tu dizanî, min keç hene ji bilî Sitiyê, tu kîjanê bivî ezê bidim te.
Çixalo guhê xwe nedayê, got:
-Nexêr ez benî. Min tu keçê din navê ji bilî Sitiyê.
Bavê Sitiyê hingê şert danî ber Çixalo:
-Heke tu heft salan şivantiya min bikî, ezê hingê Sitiyê bidim te. Heke ku bi vî terzî pezê min xwedî bikî, berxa bikî beran, kaviran bikî beran, berindiran bikî beran, heta heft salan bi vî awayî pezê min xwedî bikî, ezê Sitiyê bidim te.
Çixalo razî bû, gotiyê:
-Ez benî min qebûl e. Û heke tu rast dibêjî, bila Sitiyê cilûbergên min ên qirêj bişo!
Bavê Sitiyê bang li kurê xwe kir, got:
-Lawo, herin bibêjin Sitiyê, bila sibe biçe bal avê. Heke Sitî biçe bal avê, bila Ferxo pêre neçe.
Çûn cem Sitiyê, berê xwe danê ew û Ferxo li bal hevin û yariyan dikin bi hev re. Jêre gotin:
-Bavê te got, bila biçe bal avê û heke tu biçî bila Ferxo bi te re neçe.
Sitiyê got:
-Qenc e!
Ferxê Avdel xem girtin, got:
-Îcar wê çawa çêbe? Sebr û tebata min nayê, gaveke bi tenê jî te nebînim, ez dimirim.
Sitiyê got:
-Naxwe em weha bikin. Em biçin, tu jî paşê hêdî hêdî were.
Rabûn cilûbergên qirêj têxistin teştan, kar û barê xwe kirin. Sitiyê ji her du xwîşkên xwe re got:
-Hûn herin sîtilê bidin ber avê, tijî av bikin, êgir li bin bikin. Ezê rabim bêm.
Her du xwîşk çûn ber avê, kuçkê xwe çêkirin, agir kirin, sîtila xwe tijî av kirin û deynan ser kuçkî. Agirê xwe xweş kirin. Her du xwîşk li wir rûniştin. Çixalo jî cilûbergên xwe ji xwe kirin, li stiriyekî pêçan, avêtin pişt xwe û li dûv xwe kişkişand. Heçî ferxo û Sitiyê ne, ew dîsa gihan hev, destên xwe avêtin stûyê hev. Heta ku gihiştin ber avê stran ji hev re gotin, ketin kêfê. Çawa gihiştin, Sitiyê ji Ferxo re got:
-Tu here li bin siya darê rûne, ji xwe re hinekî binive, raze heta ku em balava xwe bikin.
Ferxo çû, li binê darê rûnişt. Sitî tevî her du xwîşkên xwe, ew jî rûniştin li balava xwe. Sitiyê bi xwe tu xilmetê nake. Ferxo dibêje û kun bi xwe kar dike:
Kun e ji kunên ji tûr e,
Tijî ji ava xabûr e,
Xwezî li şûna te bûyame ser tiliyê hungustîre.
Kun e ji kunên bijin e,
Tijî ji ava mezin e,
Xwezî li şûna te bûyame ser destê bazine.
Ferxo wisa bendan dibêje, îcar kun bi xwe tijî bû û çû xwe di mencelê de vala kir. Çixalo ji wê ve hat, nêrî kun bi xwe tijî av dibe û diçe bi xwe di mencelê de xwe vala dike. Hingê Çixalo fêm kir, got:
-Heyho, ev bi vî rengî be, weha be, nabe. Diyar e ferxo hazir e, benda vî kunî gotiye. Ma ne wisa be çawa ye, çawa dibe ku kun bi xwe tijî bibe û bi xwe vala bibe?
- Çîrok wê bidome