Kire der ku bibe nêçîra guran. Kerê reben, xwe vir de kir, xwe wir de kir, dawiya dawî biryar da ku berê xwe bide zozanan, bi rehetî biçêre û xwe bide ber bextê mezinekî da ku nebe êmê guran.

Kerê min û te, di ber xwe de dinihurînê û dimeşe: 

- Ez ê biçim zozanan, bigerim li merg û çîmanan, payîza bême aranan.


Ker qederekê dimeşe, rêyeke baş dikudîne, nêzî gundikekî rasta beranekî tê. Halê beran ne ti hal e, xemgîn û hezini ye. Dema serê xwe radike, silavê li kerî dike û dibêje:

- Kero bira, tu bi ku ve diçî wisa?


Ker lê vedigerîne:

- Ez ê biçim zozanan, bigerim li merg û çîmanan, payîza bême aranan.

Beran dibêje:

- Bira wele, halê min ne ti hal e. Xwediyê min dixwazin min serjê kin û bikin goştê ser savarê. Ji ber wê jî nizanim çawa bikim. Ma ez bi te re bêm nabe?

Ker dibêje, çima na, û herdu heval bi hev re rêya xwe didin ber xwe û berê xwe didin zozanan:

- Em ê biçin zozanan, bigerin li merg û çîmanan, payîza bêne aranan. 


Qederekî din diçin, ka qonaxek ka didu, li gundikekî din, pêrgî dîkekî tên. Dîk li ser tingekî veniştiye û hezini ye. Dema ker û berên dibînin, silavekê li wan dike û dipirse:

- Birano, ka bibêjin, we berê xwe daye ku wisa?

Kerî û berên bi hev re lê vedigerînin: 

- Em ê biçim zozanan, bigerin li merg û çîmanan, payîza bêne aranan. 

Hingê dîkê reben dibêje:

- Birano, bi Xwedê li min qewimiye. Mêvanekî çê xwe li xwediyê min girtiye û ez şîva wî mêvanê ezîz im. Ez heyirime, nizanim ka çi bikim. Ma gelo destûra we heye, ez jî bibim rêhevalê we, bi were bêm zozanan?


Ker û beran bi hev re dibêjin, dibe çima nebe, û hersê heval bi hev re rêya xwe didomînin:

- Em ê biçim zozanan, bigerin li merg û çîmanan, payîza bêne aranan. 

Hersê heval qederekî diçin. Çend gundan li dûv xwe dihêlin, li deştekê rasta kîvroşkekê tên. Kîvroşka reben, her li dora xwe dinihêre, û bi nerihetî diçêre. Dema ku kerê, berên û dîkî dibîne, silavekê li wan dike û dipirse:

-Birano, we wisa mil daye hev, berê we bi ku ve ye?

Hersê bi yek dengî lê vedigerînin:

- Em ê biçin zozanan, bigerin li merg û çîmanan, payîza bêne aranan. 

Çaxê wisa dibêjin, kîvroşk jî derdê xwe ji wan bi ta û derziyê ve dike:

- Birano, va ye hûn dibînin. Li vê deştê ez dimînin, lê ji tirsa rûviyan ne dikarim bi rehetî biçêrim, ne jî bi gerim. Her tirsa rûvî di dilê min de ye. We jî destûr hebe, min niyet e bi we re bêm zozanan.


Her sê dibêjin, bila be, çima na û her çar bi hev re berê xwe didin zozanan. Piştî ku qederekî diçin, li wan dibe êvar û reş dikeve erdê. Li quntareke çiyayekî, li rastekê starekê dibînin, weke holikekê, kepireke xalî ye. Li vî cihê têr çêre û têra xwe germ, piştî şêwreke kurt, her çar dikevin wê kepirê. Her yek ji wan cihê xwe xweş dike û mexel tê. 

Piştî demekê komeke rêbiran xwe li wê kepirê digirin, lê bi pêjnekê ji xwe dipirsin, gelo hin kes di kepirê de ne, û yekî ji nav xwe dişînin kepirê.

Dizê reben, dema dikeve hundirê kepirê, pê li dûvê kerî dike ku li devê dêrî mexel hatiye. Ker hişyar dibe, diz dibizde û dikeve erdê, ker jî serê dizî di nava herdu simên xwe yên paşê de dişidîne. Bi hewara dizî, beran hişyar dibe û dest pê dike, bi poşan li dizî dixe. Herçî dîk e, radibe ser û bi qoqerîqan bang dide. Kîvroşka bizdonek jî pêşî çend carekê li dora xwe dizîvire û paşê bi bayê bezê ji wir bi dûr dikeve.    

Ka çawa dibe, diz difilite, xwe xelas dike û diçe cem hevalên xwe. Çawa digihîje cem wan jî dibêje:

-Birevin hevalino, ez nizanim ew çi teba ne! Wexta ez çûme kepirê, ji wan tebayan yekî serê min kire nava di daran. Yekî li min da bi kopalan, yekî tirba min dikola, yekî jî hewar dibire malan, ez bi kotekî reviyam hatim van deran!” 

Rêbir ji wir direvin û hew vedigerin wan erdan. Roja din jî her çar heval pê dihisin çi qewimiye, lewre heywanên din ên deverê dibêjin, ne diz, ne rûvî, ne jî gur êdî ji tirsa wan tebayên ecêb diwerin bi wan eqaran bikevin. Ji hingê û pê ve ker, beran, dîk û kîvroşk bi hev re bi aştî, aramî û xweşî man. 

Çîroka min li we xweş, bînin qetîtkek zebeş, bila pîrê li we bike dabeş.

 

*Ev çîrok adaptasyonek e ku li Luqman Guldivê ji du variyantên çîrokê ji herêmên Botan û Torê sentez kir.