-Mişkê mino, divê em qûtê xwe yê salê ji bîr nekin. Kewara xwe bê genim, bê dan, bê savar nehêlin.

Mişko ji cihê xwe radibe, lê vedigerîne:

- Xema nexwe Kêza minê, ez ê biçim cem cotkarî, tişta rijiyayî, tişta ji ber mayî bixim kîs û tûran û ji me re bînim.

Kêzê qebûl nake û dibêje:

-Na wele Mişkê mino, weha nabe. Em karên tovê xwe ji cem cotkarî bînin, lê herçî qutê salê ye, divê em çandiniya xwe bikin. Em bêndera xwe hilînin.

Mişko dimîne sekinî, paşê heyirî dipirse:

- Ma em ê çawa bikin, Kêza min? Tov çi ye? Çandinî çi ye? Bênder çi ye?

Kêzê bîhna fireh, ta bi derziyê ve dike û ji Mişko re dibêje:

- Tovê genim Mişkê min, ew genim e ku tê veqetandin ji bo ku were çandin. Çandinî ew e, ku mirov erdekî cot bike, tovê xwe lê bireşîne û piştî ku genim, nîsk, ceh êdî çi be, seridî, mirov biçine. Bênder jî Mişkê mino, dema te genimê yan jî tiştên din ên çinandî, bikevin ber gêrê, pûş û dan ji hev werin neqandin û qûtê salê were hazirkirin. 

Mişko hinî heyirî berê xwe dide Kêzê û dibêje:

- Naxwe, de ya Xwedê Kêza min, em xwe dereng nexin.

Kêzê û Mişkê berê xwe didin cem cotkarî, li ber wî digerin. Kêzê bi sê dengan dike gazî:

- Wa cotkaro, wa cotkaro, wa cotkaro! Ez û Mişkê xwe wî hatine, rica û tika dikin, tu kulmek tovê genim bidî me, em jî bostek erd ji xwe re biçînin.

Rebenê cotkar, berê xwe dide çepê, berê xwe dide rastê, çav bi kesî nakeve. Dîsa jî li wan vedigerîne:

- Êdî tu kî yî nizanim, lê tu û Mişkê te, herin devê kewarê paqij bikin û paşê tovê genim li we helal û xweş be; kulma xwe jê bigirin.

Kêzê û Mişko, berê xwe didin kewarê, devê wê xwe paqij dikin û radihêjin tovê xwe yê genim. Paşê herdu berê xwe didin zeviyê xwe.

Kêzê dibêje: 

- Em erde xwe cot bikin. Tovê xwe lê bireşînin. Va ye erd bi kêra ajotina cot tê. 

Piştî ku Kêzê û Mişko cot dikin, radihêjin tovê xwe û li erdê cotkirî direşînin. Paşê carcaran tên nav erdê xwe, efara xwe dikin û giyayan ji nav dineqînin. Hêdî hêdî genimê wan diberide û dawiya Hezîranê, destpêka Tîrmehê diseride. Mişko ji Kêzê re dibêje:

- Kêza min a delal, genimê me hatiye ber quraftinê. Êdî em ê bibin paleyê xwe.

Herdu pale radihêjin dasên xwe û diçin çinîna genim. Genimê xwe dibin bênderê gêre dikin. Ji wî genimî danê xwe û savara xwe çêdikin.

Piştî ku karê wan diqede êdî qûtê wan ê salê jî amade dibe. Bê tirs û bê xof, ew ê sala xwe pê biqedînin.

Çîroka min li diyaran, rehmet li dê û bavên guhdaran. 

* Ev çîrok ne gelêrî ye, Luqman Guldivê nivîsiye ji bo zarokan