Keçik dizane xêr di vî karî de nîne, ji wan re dibêje:

- Heta yek ji we yê din nekuje ez bi we re nayêm. Heçî yê din kuşt ez ji wî re me. 

Herdu bira ne, destê wan li hev naçe şûr. Li hev nêrîn. Keçikê got:

- Çi ye hûn mane sekinî? Ji bo çi hûn li hev dinêrin?

Di wê navê de birayê piçûk şûrê xwe kişand û li birayê xwe da ew birîndar kir. Birayê birîndar got:

- Bira te hîle kir, min li keçikê dinêrî, ez xafil bûm te şûr li min xist.

Keçikê got:

- Ma birayê te hîle li te kir?

Kurik got:

- Erê, ma te nedît!

Keçikê got:

- De baş e, naxwe ez dê te derman bikim, piştî ku birîna te sax bû şer bikin. 

Keçikê derman derxist, li ser birîna wî danî, kurik sax kir. Herdu bira îcar rabûn hev, şerê hev dikin. Keçikê bang li kurikê piçûk kir, di guhê wî de got: 

- Wextê tu şer bikî, li min menêre! Tu li min binêrî, birayê te wê te bikuje. 

Çinge şinga şûrê wan e. Piştî qederekê bala birayê mezin çû ser keçikê. Birayê piçûk keys lê anî, bi derba şûr serê birayê xwe jêkir. Keçikê gotiyê:

- Were sîng û berê min li te pîroz bin.

Kurik xemgîn e, bi destê xwe birayê xwe kuştiye, ji keçikê pirsî:

- Çima te ev bi me kir?

Keçikê got:

- Hûn du kes hatin, we herduyan jî got, keçik ya min e. Diviya bû hûn min bikin du parçe yek ji te re û yek ji wî re. Min ev nediva. Min got şer bikin, helbet yekî ji we wê yê din bikuşta, ez dê ji yê sax re bimama.

Kurik û keçikê bi jin û mêrtî hevdu kirin. Kurik ji keçikê pirsî:

- Tu keça kê yî?

Keçikê got:

- Ez keça Teyrê Sîmir im, Teyrê Sîmir mezinê teyran e.

Kurik meraq kir:

- Çi karê te li vir heye, tu êsîrê ewd bûyî?

Keçikê dest bi gotina serhatiya xwe kir:

- Carekê, ez û sê teyrên din em firiyan. Dav li ber me danîn. Min nizanîbû dav li ber me vedane. Min libek mercan dît, bi nikilê xwe min rahiştiyê û ez ketim davê. Hevalê min firiyan, wan xwe xelas kir, lê ez mam. Ewd hat ez girtim, ez anîm vê şikeftê. Çîroka min ev e.

Kurik keçik bir qesra xwe, li qesrê danî. Xwedê kurek da wan, lê nema çar rojan kurik mir. Rojekê keçik çû serbanê qesrê, welatê wê hat bîra wê û bêdestê xwe dest bi kirî kir. Mêrê wê dît ku keçikê kurr kiriye girî. Mêrê wê erza wê şikand, keçikê dengê xwe nekir. Wê şevê jî li cem mêrê xwe raza. Mêrê wê sibê çû nêçîrê, keçik bi xwe çû ser banê qesrê, kirasê teyran li xwe kir, firî û çû. Çû welatê xwe cem diya xwe û bavê xwe. Diya wê, bavê, xwîşk û birayên wê pirr bi hatina wê şa bûn.

Mêrê wê ji nêçîrê vegeriya, jina xwe li mal nedît. Li serê xwe xist, dest bi waweylê kir, da girî. Fêde nekir. Rahişt şûrê û mertalê xwe û bi dinyayê ket. Çû li Teyrê Sîmir dipirse. Bi ser qesra Siltanê Maran ve bû. Jê pirsa Teyrê Sîmir kir, Siltanê Maran pê nizanîbû. Gera xwe dewam kir, ji teyr û tilûran dipirse, ji mirov û heywanan dipirse.  Rojekê li çiyayekî rasta yerekî hat, jê pirsî:

- Teyro!

Teyr li xwe qulipt, got:

- Libê!

Kurik got:

- Ez li mala Teyrê Sîmir digerim, tu nizanî li ku ye?

Teyr got:

- Belê dizanim, li deşta Helanê ye.

* Wê dewam bike.