Kurik jê tika kir:
- Nîşanî min bide li ku ye tu çi divê ez dê bi te bidim.
Herdu bi hev re çûn. Pirr meşiyan, kurik zêde westiya, ji taqet ket. Teyr gotiyê:
- Li pişta min suwar bibe!
Teyr bi hewa ket, çû ber perê ezmanan, ji kurik pirsî:
- Tu erdê bi qasî çi dibînî?
Kurik li bin xwe nihêrî, got:
- Bi qasî bîst pereyan.
Teyr gotiyê:
- Xwe qenc bigire, da tu nekevî, niha tu erdê çiqas mezin dibînî?
Kurik li bin xwe nihêrî û bersiva teyrî da:
- Bi qasî çerxiyekî.
Teyr jê xwest çavê xwe bigire. Çawa çavê xwe girtin, teyr weke aş zîvirî, li deşta Helanê danî. Teyrê Sîmir bi xwe teyr hemû li cem xwe civandine. Dixwaze jinekê ji kurê xwe re bîne, bûka xwe biguhêze. Teyr û kurik çûn dîwana Teyrê Sîmir. Kurik çû destê Teyrê Sîmir, maç kir, danî ser eniya xwe. Teyrê Sîmir got:
- Lawo tu mêvanekî xerîb î? Miradê te çi ye.
Kurik got:
- Tu sax bî ez mêvan im, ji bo daweta kurê te hatime, ti miradê min ê din nîne.
Kurik her çavê xwe li jina xwe digerîne, nas nake, lewra bedil û kirasê teyran lê ye. Keçikê bi xwe ew nas kir. Çû ji diya xwe re got:
- Dayê, ew mêvan mêrê min e. Wî ez ji ewd standim û ji bo min birayê xwe kuşt.
Hingê diya wê dengê xwe nekir. Teyrê Sîmir bûka xwe guhast, kurê xwe zewicand, daweta wî kir. Mêvanên daweta wî belav bûn. Mêvanê wan ê xerîb neçû. Teyrê Sîmir careke din ji mêvan pirsî:
- Mêvanê xerîb, tu ji bo çi hatî welatê teyran?
Ji ber ku dawet belav bû, kurik bi rehetî bersiva wî da:
- Ez li kesekê digerim.
Jina Teyrê Sîmir keniya, çû cem mêrê xwe bi zimanê teyran, hertişt ji mêrê xwe re got, êdî Teyrê Sîmir dizanî mêvanê xerîb zavayê wî ye. Teyrê Sîmir pirsên xwe dewam kirin:
- Baş e, xorto tu li kê digerî?
Kurik ji dil lê vegerand:
- Ez bi xwe nizanim. Min ew ji ewd xilas kir, ji bo wê min birayê xwe kuşt. Min jê pirsî tu kî yî, wê got, ez keça Teyrê Sîmir im.
Teyrê Sîmir, keçên xwe nîşanî dan û peyivî:
- Xorto wê keçê derew li te dikirin. Du keçê min hene û herdu jî li vir in, va ne. Heke rast e, nas bike kîjan keça min jina te ye!
Kurik ji tika kir, got:
- Bila kirasê teyran ji xwe bikin, ez dê nas bikim.
Keçikan kirasê teyran ji xwe kir. Weke hev in, herdu jî bi hev dixelitin. Kurik şaş bû, nizanîbû çi bibêje. Teyrê Sîmir jê pirsî:
- Ê xorto, ji van keçan kîjan jina te ye?
Kurik got:
- Ez benî, bila biçin avê û bên ez dê zanibin kîjan jina min e.
Kurik di dilê xwe de dibêje, “heke çûn avê, wê ya mezin bide pêşiyê û ya piçûk li pişt wê biçe. Jina min jî keça Teyrê Sîmir a mezin e. Ez dê hingê wê nas bikim.” Çûn avê û hatin, jina kurik da pêşiyê, xwîşka piçûk li pişt wê çû. Çawa keçik ji avê vegeriyan, kurik got:
- Ez benî, ya pêş jina min e.
Teyrê Sîmir bişirî û got:
- Xorto, heke te nas nekiraya, minê serê te bida birrîn. Te nas kir, tu zavayê min î, keça min pîroz be li te.
Kurik û keçik li hev hatin. Keçikê kirasê teyran li xwe kir, rahişt mêrê xwe û firiya. Çû, li ser banê qesra xwe danî. Ew bi miradê xwe şa bûn, ez ji wê derê hatim û çîroka min li we xweş.