- Kêza min a delal, me ne ard û ne arvan e. Em ê nanê xwe çawa çêkin, teşta xwe çawa tijî hevîr kin?
Kêzê kêliyekê dihizire û li Mişko vedigerîne:
- Mişkoyê min, ma tu çima xwe belengaz dikî! Ardê me nebe, em ê biçin aş û ji êş ji xwe re ard bînin.
Mişko piçekî ecêbmayî û piçekî jî bi kakûnî dipirse:
-Erê Kêza min a delal, me ne genim e û ne ceh e, em ê ardê xwe bi çi çêkin? Ma ard ji tine çêdibe?
Kêzê hêdîka dibişire û dibêje:
- Mişkoyê min ê gazinker, ma destê me nînin, ma piyên me nînin, ma devê me nîne! Em çima li xwe bimînin heyirî?
Mişko xweş ji Kêzê fêm nake û dibêje:
- Erê dest, pî û devê me hene, lê ma ku genimê me nebe, em ê li aş çi bikin?
Kêzê vê carê kenê xwe venaşêre û li Mişko vedigerîne:
- Mişkoyê min ê şîrîn, em dikarin biçin cem cotkarî, hinekî alîkariya wî bikin, û paşê bi rica û tika jî doza kulmek genim bikin. Ma em nikarin?
Mişko jî êdî dibişire û dibêje:
- Belê, belê em dikarin, Kêza min a biaqil.
Kêzê û Mişko pêlavên xwe dixin piyê xwe, radihêjin kîsên xwe û melkesên xwe, berê xwe didin cem cotkarî. Kêzê bi sê dengan bang li cotkarî dike:
- Wa cotkaro, wa cotkaro, wa cotkaro!
Cotkar tê devê deriyê xwe û li rastê dinihêre, li çepê dinihêre, kesî nabîne.
Kêzê careke din bi sê denga bang li cotkarî dike:
- Wa cotkaro, wa cotkaro, wa cotkaro! Ez û Mişkoyê xwe hatine cem te, em dexîlê te! Bihêle em devê deriyê te paqij bikin û di berdêlê de kulmek genim bixin kîsên me.
Cotkar careke din li her aliyî dinihêre, lê kes li ber çavên wî nakeve. Hew dizane çi bike, lê bersiva Kêzê dide:
- Wele qurban, ez ne te dibînim û ne Mişkoyê te. Lê heger tu dixwazî, kerem ke, ha vê dika devê derî paqij bike. Piştre jî li we helal e, herin kewarê û kîsên xwe dagirin ji genimê malê.
Hema Kêzê û Mişko radihêjin melkesan û devê derî dimalin. Piştî ku karê xwe diqedînin, herdu bi hev re diçin kewara cotkarî û ji genimê rijiyayî kîsên xwe dadigirin.
Kîsên xwe li milê xwe dikin û berê xwe didin aşê avê. Li wir kîsên genim didin qeraşê li ber aş. Dema dor digihêje wan, qeraş genimê wan li aş dike, kîsên wan tijî ard dike û li wan vedigerîne. Kêzê berê xwe dide Mişko û dibêje:
-Tu dibînî Mişko, çawa genim di bin berên aş de tê hêran û hûrhûr dibe heta dibe ard.
Mişko jî dibêje:
-Ez kor nînim, dibînim. De êdî ardê me heye, em ê bê nan nemînin.
Kêzê jî lê vedigerîne:
-Mişkoyê min, bawer bike ne ji bo nên, lê ji bo kulîçeyên te yên xweş min ev qasî xwe westand. Yan kulîçe, yan jî tu ji cem min biçe!
Mişko, Kêzê hembêz dike û dibêje:
-Ez bi qurbana Kêzêya xwe, çawa em gihiştin malê, ez ê ji te re kulîçeyan çêkim.
Çîroka min li diyaran, rehmet li dê û bavê guhdaran.
* Ev ne çîrokeke gelêrî ye. Luqman Guldivê du karakterên çîroka Kurmanciyê, ji bo çîrokên dîdaktîk ên ji bo zarokên piçûk bi kar anîne.