Kurtefilma “Çîroka Bajarên Wêranbûyî: Şengal” a ku Şêro Hindê derhêneriya wê kiriye, ji aliyê IFFR’ê (Festîvala Filman a Navneteweyî ya Rotherdamê) ve ji bo ku beşdarî festîvala filman a online “We Are One Global Film Festival” hatibû pêşniyazkirin. Film wê 2’yê Hezîranê saet 16:00’an li ser Youtube bê nîşandan.

Filma Şêro Hindê hilberîna Komuna Filman a Rojava ye û Mazdek Ararat ê di encama qezayekê de şehîd bûyî jî sînematografiya wê kiribû.

“We Are One Global Film Festival”, yanî “Em Yek Festîvala Filman a Global In” wê 29’ê Gulanê dest pê bike û deh rojan dewam bike. Ji bilî IFFR’ê 20 festîvalên din ên navdar ên dinyayê bi hev re vê festîvalla online a filman organîze dikin.

Hûn dikarin bi vê lînkê li benda filmê bimînin.

NAVENDA NÛÇEYAN