Aram Dildar di kurtfîlma xwe ya “Da” de bi mijara çaverêtiya dayikên Kurdistanê dadikeve û diyar dike ku li ber destê wî, senaryoyek amade ye û di nava meheke de ew ê dest bi çêkirina fîlmê bike.     

Kurtfîlma “Da” heta niha tenê li Parîsê di Festîvala Fîlmên Kurdî de hat nîşandan. Derhênerê kurtefîlmê Aram Dildar derbirî ku ew ê li gorî zanîn û derfetên xwe kurtfîlmê bişîne festîvalên cihêreng.

“Da” çîroka çaverêtiya dayikên Kurd e. Çavê ‘Da’ her tim li televîzyonên Kurdî ye da ku dîmen an jî dengê zarokê xwe yî di nav refên gerîla de bibîne û bibihîse. ‘Dayikên Kurd’ û ‘çaverêtî’ nikarin ji hev cihê bên hizirîn. Derhênêrê “Da” yê jî sedema bijartina ‘dayikên Kurd’ û ‘çaverêti’ya wan wiha rave dike: “Ev mijarek e ku di rastiya me ye ku dayikên Kurdan li ber televîzyonan carna bi sala dimînin da ku xeberek ji zarokên xwe wergirin. Ne mijarek e ku ti kes nizane, lê gava ku me xwest em bikin film, me rastî û xeyal tevlihev kir, di rastiyeke eşkere de me xwest em piçekî surreal bikin. Ne ku ez dibêjim, ji ber ku di rastîyê de heye me ev film çêkir, dibe ku qet tiştekî wisa tinebûya jî, min xwest dayikeke ku li benda kur û keça xwe be û rojekê were ew ê çawa bibe gelo?” 

Aram Dildar diyar dike ku ew dixwaze heya demeke dirêj  kurtefilman çêke û destnîşan dike ku li ber destê wî senaryoyeke din jî amade ye ku ew ê di nava meheke de bikişînin. 


Sînemaya Kurdî girêdayî wêjeya Kurdî ye

Dildar rewşa sînemageriya Bakurê Kurdistanê jî wiha îfade dike: Rewşa sînemaya Kurdî nexasim li bakur di warê belgefilm û kurtefilman de ber bi başiyê ve diçe. Sînema karekî bi aboriyê ve girêdayî ye li Başûr kêm zêde filmên metrajdirêj dertên, li Bakur jî derhênerên ku kurtefilman dikşînin gelek in û nifşê pêşiya me dest bi filmên metrajdirêj kiriye. Li gorî min pêşketina sinemaya Kurd, bi wêjeya Kurdî ve jî girêdayi ye. Di her warê hunerê de bipêşketin bi berhemên serkeftî çêdibe. Ne hewce ye bi dehan film bi hev re vê pêşketinê bidin destpêkirin, carinan yek film jî rêyeke nû û bi hêz dide destpêkirin.”


Aram Dildar kî ye?

Sala 1990’î li Batmanê ji dayik bûye.

Di hinek komên şanoyê de lîstikvanî kiriye. Li zanîngeha Marmarayê li beşa Radyo, TV û Sînemayê perwerde bûye. Di fîlmê metrajdirêj “Press” de jî lîstiye.  

Di televîzyona IMC’ê de di beşa bernemeyan de xebitiye. Heta niha derhênertiya sê kurtfîlman kiriye Binevş (2009), Tixûbên Nepenî  (2010), Da (2015).


 NAVENDA NÛÇEYAN