
Bi hezaran welatiyên sivîl ji ber zulm û zordariyê ber bi Kantona Efrînê ve diherikin û di dilê wan de gelek çîrokên bi êş veşartî ne.
Pêla koçberiya şêniyên herêmên Şehbayê, Bab, Dêr Hafir û Meskenê ya gundewarên Helebê ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ′ê û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, ber bi Kantona Efrînê ve dewam dike. Koçberên ku piraniya wan jin û zarok in, di deriyê ketina rojhilat ên li gundê Qetma yê girêdayî navçeya Şera re derbasî Kantonê bûn û pêdiviyên wan jî li ser pişta wan bar bûn.
Jina koçber a bi navê Meryem El-Casim a ji Babê, got, ji ber nebûna nan û ard, ew birçî diman û wiha domand: ″Çeteyên DAIŞ′ê nedihiştin ku em tiştekî biçînin, ji ber vê em bê nan diman. Me ji bo ewlekariyê berê xwe da Efrînê.″
Umeyma El-Hemûd jî got, dema ji Erana ser bi Babê koç dikir, çeteyan keça wê ya 20 salî revand û wiha peyivî: ″Em li erebeyekê siwar hatin da em xwe bigihînin cihekî bi ewle. Dema em gihiştin bendeke çeteyên DAIŞ′ê, çeteyek ket hundirê erebeyê, çavên xwe li me gerand, dema ku keça min dît, gefa kuştinê li me xwar û ew revand.″
Sivîlên ku ji ber zulma komên çete ji herêmên cûda yên Sûriyê li Kantona Efrînê bi cih dibin, gelek çîrokên bi êş di dilên wan de veşartî ne ku mirov dikare ji rûyê jin, mêr û zarokên koçber bixwîne.
ANHA / EFRÎN