LALEŞ RÊNAS ANF/BEHDÎNAN Berxwedana ”Cenga Heftanînê” ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tê meşandin, bi gotina ”Ev der Heftanîn e” li nava raya giştî ya Kurd deng veda. Ew çîrok bû dirûşma Cenga Heftanînê. Gerîlayê HPG’ê Tolhildan ji erdê heta ezmên mîna ku li ber xwedayan hemûyan rabe digot, ”Ev der Heftanîn e.” Dirûşma ”Ev der Heftanîn e” êdî bûbû dengê tevahiya qadê. Ev dirûşm gotina destpêkê ya gerîla Tolhildan bû, dema ku li dijmin rast hat. Bi vê dirûşmê re rêveçûna berxwedana Heftanînê diyar bûbû. Nexşeya şêweyê şerê gerîla, şêweyê berxwedanê û rê û rêbaza serketinê bû. Ji ber ku dengê gerîla Tolhildan ruhekî êrişê afirandibû ku erd û ezman hejand. Gerîla Tolhildan digot, ”Ez weke millîtaneke xwe fedayî doza bi rûmet a azadiyê kiriye, destûrê nadim ku tu bikevî nava xaka min. Xwîna li ser vê xakê hatiye rijandin, bîranînên li ser vê xakê, çîrokên li her kevir û dareke vê xakê wê destûrê nedin we, wê nehêlin ku hûn binpê bikin.” Ev çîrok vegotina vê rastiyê ye, dengê gerîla Tolhildan bû dengê Cenga Heftanînê. Dengê ”Ev der Heftanîn e” yê gerîla Tolhildan gihîşt her dagirkerê hatiye Heftanînê. Gerîla Tolhildan di 25’ê Nîsana 2020’an de li qada Şehîd Kendal a Heftanînê tevî sê hevalên xwe êriş birin ser dagirkeran. Li qada cengê li dijî dagirkeran şer kir û şehîd bû.