Jineke kedkar ku gelek caran kar û xebatên wê veşartî maye. Bê ku ti bendewariyekî ji kesekî bike, bixwe bi tiştên ku bawer kiriye pêk aniye. Ez behsa jina kurd a bi navê Şukriye Mihemed dikim ku seroka tevgera jinan li bajarê Kerkûkê ye. çend roj berê niha li bajarê Kerkûkê rastî Şukriyeyê hatim. Min xwest ku hinekî ji xebatên wan fam bikim û çûme cihê wan. Li ber avahiyên mezin min çavê xwe li cihek lûks û mezin digerand paşê pasevanekî ber derî got biçe deriyê wê Konteyrê bide, Şukriye xan li wir dimîne, ew deftera wê ye. Seroka tevgera jinan li Kerkûkê ji ber ku bi caran daxwaza cihekî ji xwe re kirine ji wan re nehatiye dayîn, neçar di wir de xebatên xwe dimeşînin. Ji bo ku pêre biaxivim çûm hundir. Çend odeyên sade û meclîseke germ a sohebta jinên bajarê Kerkûkê. Çawa çûm hundir hemû rabûn û her yekê bi zimanekî bersiva min da. Yek Kurd, yek Ereb û yek jî Turkmen. Xwedêyo tam ev rastiya Kerkûkê îfade dikin. min zêde Erebî fam nedikir lê Şukriye xanê werdigerand. Çawa rûniştim hema behsa berxwedana Kobanê û jinên YPJ’ê kir û got ku ew xeyalên me bicih tînin. Pirsa xebatên wan ji Şukriye xanê dikim. dibêje pirsgirêka me jinan li vir eve ku em nabin yek û gelekî bi vê rewşê xemgîne ku jin tenê bi berjewendiyên hizban tevdigerin.
Gelek êş kişandiye û dema behsa wan dike hema rondikên wê bixwe têne xwarê. Ji bo wê jî naxwaze tu jin wek wê êş bikşînin. Li odeya kêlekê hêjmarek jinên ji her sê netewên li Kerkûkê hene ku bê pere fêrî hunerên destan dibin. Şukriye dibêje ji bo ku jin di warê aborî de serbixwe bibin, ez wan tînim vir û dixwazim kar bikin. jê re dibêjim dixwazim bi jineke Ereb û Turkmen re biaxivim, gazî ya Ereb dike û dibêje vê jinê gelek êş kişandiye, mêrê wê her roj lêdide û ew jî bi dizîka tê vir ji bo fêrî cildirûtinê bibe. lê belê dikim nakim jina bi eslê xwe Ereb qet nikare biaxive, li Şukriyeyê temaşe dike û dibêje bila ew biaxive ji xwe derdê me dizane.
Şukriye gelek karan bihevre dike û dixwaze xwe bigihêne hemû jinên li Kerkûkê. Ji bo wê netew û ol ferq nake, ya girîng jinbûna wane. Wek mînak heftê carekî diçe serdana gundên derdora Kerkûkê û bi jinan re civînan çêdike. Di hemû civînên wê de Kurd, Turkmen û Ereb hene. Bi her sê zimanan bi wan re diaxive. Yan jî dawiya her heftê diçe dibistanan û bi keçan re civînên agahdarî û xwenaskirinê çêdike. Her wuha rojane bi sedan jin têne gel wê û pirsgirêkên xwe jê re dibêjin. Ew dibe ku Seroka rêxistina jinan li Kerkûkê be, lê tu caran vê erkê ji bo xwe wek astengî nabîne ku biçe gund bi gund bigere û derdê dilê hemû jinan guhdar bike. Bixwe behs dike ku gelek caran mêrê mala ku çûyê, ew ji malê qewitandiye lê dîsa bi israre ku deriyê hemû jinên li Kerkûkê bide. Xebatên wê ji ber hişmendiya mêrsalar a ku li ser jinan hatiye ferzkirin, gelek caran rastî astengiyan tê. Ji bo karê ku dike, ti caran kes heqdestekî nade wê, ji xwe ew bixwe jî naxwaze. Behsa çîrokeke gelekî bi êş dike ku li gundeke Daqoqê bavê du keçên cêwî ji ber ku zarokên wê keç bûne, wan naxwaze û avêtiye. Du malbatan jî ew keç jixwe re girtine. Dayika keçan hewara xwe bi Şukriyê aniye. bi caran çûye gel bavê herdu keçan ji bo ku wan qebûl bike lê bi rojan li ber geriyaye, lê bav qebûl nake ku keçên xwe xwedî bike! Şukriya dibêje min jê re gotiye her tiştê wan zarokan li stuyê min lê dîsa jî nekariye wan keçan vegerîne. Ji ber vê mijarê gelekî xemgîne.
Herwuha Şukriye xan gelekî li bajar Kerkûkê hez dike û dibêje di Kerkûkê de zemîna demokratîk a bihevre bûna gelan pir guncave. Ji bo wê rûniştina di avahiyên mezin de mirine û qet li cihê xwe rûnanê. li gor nêrîna wê civak ji avahiyan ve nayê guhertin û jin jî wusa azad nabe û haj li mafê xwe nabin, pêwîste derî bi derî û kolan bi kolan bigere.
Şukriya Mihemed dibêje ger pêwîste bike emê jî wek jinên Kobanê xwe fêrî çekan bikin û di her şert û mercî de xwe biparêzin. Herçend gelek caran ji bo perwerdeya leşkerî bibînin, bi fermî serdan kirine lê nehatiye qebûlkirin. Ji bo wê jina bêparastin ji destpêkê ve kaxeza mirina xwe îmze kiriye. Piştî ku gerîlayên YJA-Starê hatine qada Kerkûkê çend caran çûye serdana wan. Dibêje hebûna van jinan movika Kerkûkê rast dike û nahêle bişkê. Dema şeva ku gerîlayên jin hatine Kerkûkê û nûçeya wê bihistiye, gelekî dilasûde razaye. Yek ji daxwazên wê jî ewe ku carekî perwerdeya Tevgera azadiya jinan bibîne. Ya rast karên ku ew dike gelekî hêjaye, gelek sazî û rêxistin li gel ku gelek derfetên wan heye jî lê mixabin karê ku Şukriye xan dike, nîvê wê jî nake. Di rêwîtiya min ya li Kerkûkê yek ji mijarên herî zêde ez bandor kirim, helwest, tevger û xebatên jidil ên Şukriye xanê bû. Dem ji bajarê Kerkûkê derdiketim, rûyê Şukriyê hêj pêş çavê min bû ku xem û hêvî bi hevre li ser rûyê wê rûniştibû. Xem ji wê ku gelek jin daxwaz alîkariyê ji wê dikin ku gelek caran nikare bigihêje wan û ew jin yan xwe dikujin yan jî têne kuştin. Hêvî ji wê ku dibîne jin li gelek cihan bixwe parastina xwe ya rewa dike. Bixwe dibêje dema ez diçim gel jinên di nav PKK’ê yan jî wan dibînim hêviyên min zêdetir dibe…