MERVAN SERHILDAN
e-rojname/AMED
Pirtûka nivîskar Sîdar Jîr a bi navê ‘Handa’, bi edîtoriya mamoste Serwet Denîz ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin. Sîdar Jîr ji Şemrexa Mêrdînê ye û sala 1980’yî ji dayik bûye, li Zanîngeha Anadoluyê (Eskîşehîr) Fakulteya Aborînasiyê beşa Têkiliyên Navneteweyî û li Zanîngeha Stenbolê jî beşa Felsefeyê xwendiye. Hîn di serdema xwendekariya xwe ya zanîngehê de ligel hevalên xwe, bi rêbazên amatorî kovara bi navê ‘Kulîlk’ derxistiye. Di serdemekê de edîtoriya rojnameya Azadiya Welat, kovara Kulîlka Ciwan, kovara Rewşen û kovara ‘W’yê kiriye. Di 2004’an de Ariya Giyanên Stewr (Çîrok- Weşanxaneya Bajar), di 2011’an de Dozdeh Çirk (Çîrok- Weşanxaneya Lîsê), di 2015’an de Nasnameya Wêjeyê (Teorî- Weşanxaneya Lîsê) nivîsandiye.
Handa, sir û razên di binbîra keçeke hejar, şerpeze û belengaz de; bi rêbazên surrealîst û bi vegotineke rengîn, zengîn û qerrase dihûne û radigihîne. Pirtûka birêz Jîr, gosirmet û karesata ku bi serê qîza bi navê ‘Handa’ hatiye, ligel temenê xwe yî ciwan, bi ‘hostetiyeke temendirêj’ a wêjeyî û hunerî dirêse; bi eynik, mifte, sindoq, çarşef, av û êvarên efsûnî re hevrû dike; hîs û hestên ku ji porê dirêj ê Handayê jî bêtir gevçilîne, bêzar û tengezarê jiyanê ne û li nav hev geriyane, bi diranên şehekî şa dike û geh bi vî alî de û geh bi wî alî ve li ba dike û bera ser sîng û berên Handayê dide.
Keça şilfîtazî, bi kuj û kemên heqîqeta hawirdorê dipêçe, bi ber mijeke cûnik de beralî dike û di nav bîr û bala xwendevan de digerîne. Li pêş çavên xwendevanan, sî û geremola ku girtiye ser asoyên Handayê dide alî û zelal dike; perdeya ku her carê ji ser bedena wê dişeqite û dişemite, dilifîne; paceya (pencere) ku tekane deriyê wê bû, bi kêfxweşî li ber vedike; tabloya dîwarê hêwana wê ku bi sir û razan nexşandî bû û ew kişandibû hundirê kevalê û li ber dêr û avahiyeke kevnar û kufar asê kiribû, li dar dihêle û Handayê bi ber av û çeman ve dişîne; roniya lambeya ku bênavber, pêl bi pêl û bi awayekî tirsnak, bi çûrisîn û biriqîn bi ser de dihatin, bi vegotineke tije huner ji ser dide alî, dilê Handayê bi agirê reqsê dadigire û bi ‘sî û pêjnên’ odeyê re tevlî nav tor û tevnên reqsa mîtolojîk dike; ew şahidiya xwezayê ku di şax û guliyên dara gûze de dide der, bi hewldana xwekujiyê ya diya keça perîşan re dewx dibe û bi destwerdana marekî ji nû ve tê ser hişê xwe û ew dayika ku tenduristiya xwe wenda dike, bi sir û razên keça wê re kişf dike; textê razanê ya balîf û doşeka wê ku Handayê li ser bû û aramiya hemêza dayika wê didayê, wekî cihê hevrûbûna xewn û xeyalên heqîqeta Handayê vediguherîne, bi dayika kul û xeman re tîne cem hev, heqîqeta geşedanên jiyana ku bi sir û razan dagirtî û bi mîrkutê kul û derdan kutayî ye, bi şahidiya xwendevanan radixe ber çavan…
Piştî zelalbûneke ewqasî berfireh, ma sekneke li heman hawirê, jiyaneke li heman hêwanê û rawestandina demê ya li ser heman çirkê, pêkan e gelo? Lewma Handayê bi rê dixe; rewîtiyeke bi ber neynika heqîqetê ve lê heqîqeta Handayê ku tu carî ji sir û razên ku di nav de dijî û ji wan naqete, hem jî bi lêgerîneke bênavber û bi gavkirineke di ser pace, derî û cuhên çem û rûbaran re, bi ber vebeyîn û xwenîşandana heyv, neynik, mifte, av, şeh, sî, pace, tablo, roniya lambeyê, dara gûzê, mar û textê razanê ve...
Xêz û xetên di vê nexşeyê de, tev huner û berhemdariya nivîskar rave dikin ku ji dexîlkê bi derxistina mifteyê û bi vekirina ew sindoqa sir û razan re, Handayê vedigerîne ser heqîqeta jiyana wê ya ku ji rastiya rojane gelekî dûr e, bi wêneyê dayika êşan re di asta bidawîkirina xewn û xeyalan de û bibîranînên gosirmeta ku di nav de dijî de, careke din û bi hejankeriyeke dijwartir hevrû dike; bi nuxt û xaleke watedar, heta demsaleke dîtir a nivîs û hilberînê, pênûsa xwe datîne.