
Nivîskar Metin Aktaş ê ku di pirtûka xwe ya bi navê “Surgun”ê de, komkujiya 1937’an, şewitandina gundan ên di sala 1994’an de, koçberiya ber bi bajêrên rojava yên Tirkiyeyê ve û çewisandinên dewletê vedibêje, diyar kir ku mirov ji tiştên hatine jiyîn dersê nagirin û got, îro qetlîamên li ber çavên wan çêdibin, lê li hemberî vê xwe li bêdengiyê datînin. Aktaş, da zanîn ku wî di romana xwe de cih daye çîroka mirovên ku ji komkujiya Dersimê filitîne û paşê li bajarên rojavayê bi cih bûne û wiha axivî: “Dema behsa komkujiya Dersimê tê kirin, bi taybetî jî di demên dawî de tenê Seyid Riza û malbata wî tê bîra raya giştî. Lê belê ev komkujî zaf kûr û xwînî ye. Li gor daxuyaniyên fermî 15 hezar, li gor daxuyaniyên ne fermî jî ev hejmar di navbera 50-60 hezarî de tê zanîn. Ji sedî 70-80’yên mirovên li vê erdnîgariyê dijîn hatine kuştin. Yên mayî jî sirgûnî bajarên rojavayê Tirkiyeyê hatine kirin. Roman çîroka Huseyin Dedeyê ku di dema komkujiyê de sax maye vedibêje. Li gel jiyana wî, komkujî û zilmên di heman demê de hatine kirin, texrîbatên mirovan ên li hemberî xwezayê û jiyana kesên ku ji komkujiyan filîtîne û sirgûnî bûne vedibêje.”
Niştecih tên kuştin û jin rastî destdirêjiyê tên
Aktaş wiha behsa sedema nivîsandina vê romanê kir: “Di qirkirina 37-38’an de gundê me jî di nav de li 24 gund wek herêmên qedexe hatin îlankirin. Piştî qedexeyê ji sedî 80-90’ê mirovan hatin qetilkirin. Mirovên ji komkujiyê filitîn jî sirgûnî bajar û warên Tirkiyeyê ku ne bi zimanên wan dizanin û ne jî terhê jiyana wan wekhevin hatin kirin. Li wan deran êşên gelek mezin kişandin. Di vê komkujiyê de li gundê min jî mirov hatin qetilkirin. Pêşî leşker tên vî gundî. Mirov diçin pêşwaziya wan dikin. Xwarinê ji leşkeran re amade dikin. Piştî xwarinê leşker mêrên li gund bi hev ve girê didin û wan qetil dikin. Gundî dibêjin hejmara van mêran 22 bû. Li gund hin jin jî tên kuştin. Li daristanê tên qetilkirin, wan dişewitînin, tecawizî wan dikin. Min guhdariya zêmarên van gundiyên ku ji komkujiyê filitîn kirin. Titên hatin serê wan vedigotin, ez wisa mezin bûm. Ji ber ez zarokê vê herêma mexdûrkirî me, ji ber vê bandoreke zêde li min kir. Romana Sirgûnê ji bo min tenê ne pirtûkek e. Wek deynekî wan mirovan di stuyê min de be bi xwe ye. Û ji bo ez êşên wan mirovan ragihînim mirovên li welatê me û gelên cîhanê. Min dixwest mirov vê bibihîsin, bila hay ji êş û azarên wan mirovan hebin û çareseriyê hilberînin. Ji bo di pêşerojê de êşên wisa çênebin, min ev roman nivîsand.”
‘Civak bêruh bûye’
Aktaş, anî ziman ku divê îktîdarên siyasî yên xwe dispêrin mêtingerî û zilmê bên guhertin û got: “Heta ku ev neguhere dê komkujî tim çêbibin. Wek kesekî mexdûr ê komkujiya Dersimê mezin bûm. Lê di vê dema ku ez tê de dijîm, di televîzyonan de dibînim ku li ber çavên min bajarek, Amed hatiye dorpêçkirin. Di dema komkujiya Dersimê de şenşekî mirovan ên ku bibînin tine bû. Îro li ber çavên hemû cîhanê bajarek tê dorpêçkirin û bi tankan tê tunekirin. Û em her roj vê di televîzyonan de temaşe dikin. Yanî civak evqas bêruh bûye. Mirovek jî çi oldar çi ne oldar, çi rastgir û çi jî çepgir ne got çima hûn wisa dikin. Ji hêlekê ve jî min bi vê pirtûka xwe xwest ji civatên mirovên ku bûne xerîbê xwe, bûnê êsîrê kapîtalîzmê bibim hêvî, bibim qîrînek û bibêjim hişyar bibin. Min xwest bibêjim evqas nebin xerîbê mirovan, nebin koleyên îktîdara siyasî.”
Metîn Aktraş kî ye?
Di sala 1956’an de li gundê Mamkirek ê Pulura Dersimê hatiye dinyayê. Dema di sala 1994’an de gundê wan hat şewitandin, li Xarpêtê bi cih bûn. Bi navê “Munzur Efsanesi, Beyaz Dag, Avesta, Ruzgar Ateş Gibi Yakiyordu, Son Derviş, Harput’taki Hayalet, Surgun, Cefr, Nişanci, Cennetin Olumu, Dicle, Yezda, Gerçek ve İşkence, Aci Fırat Asi Firat, Hammal Dersimli Bektaşi” 14 pirtûkên wî hene.
DÎHABER/NAVENDA NÛÇEYAN