Li Batmanê lîstika şanoyê ´Çîroka Min´ a ku behsa asîmîlasyona li dibistanên tirk dike, pêr êvarê hat pêşandan. Derhêener Ferîdûn Bîrgul ev lîstik nivîsandiye û koma şanoyê ya Navenda Kurdî-Der´ê lîstik ji pêşandanê re amade kir. Mijara lîstikê siyaseta asîmîlasyonê ya dewleta tirk e. Di lîstikê de mamosteyekî li dibistaneke gundekî Agiriyê yek ji karekterên serekeye ku sala 1995´an hewl dide zarokên kurd asîmîle bike. Lîstika ´Çîroka Min´ bi hevkariya Şaxê KURDÎ-DER’ê yê Batmanê û Şaredariya Batmanê Êlihê ve li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney hat pêşandan.  

Lîstik bi xwe balê dikişîne ser nijadperestiya mamosteyekî Tirk û helwêstên wî li dibistanê li dijî zarokên Kurdan. Pergala perwerdeya Tirkî ya ku zarokên kurdan asîmîle dike bi lîstikê tê darîçavkirin. Temaşevanan elaqeyeke mezin nîşanî lîstikê da.
Piştî pêşandanê derhenerê lîstikê Ferîdun Bîrgul axivî û got, wan weke koma şanoya Navenda KURDÎ-DER’ê xwestiye balê bikşînin ser zimanê dayikê yê kurdî û  ew dixwazin bi vî awayî çanda gelê kurd biparêzin. Bîrgul malavahiya wan kesan kir ku bi wan re alîkar bûn û li lîstikê temaêe kirin. 

BATMAN