Dîdeban
Berlîn li gorî bajar û paytextên din yên Ewrûpayê ji bo Kurdan bajarekî gelekî dûr e. Li ber perê dinê ye. Piraniya kombûn, cejn ango pîrozbahiyan li navendên wek Koln, Dûsseldorf û Gelsenkirchenê çêdibin. Piştî cîneyata bêbext û rûreş a Parîsê êdî salê carekê jî sefera Parîsê ji bo Kurdan bûye wek ayîneke pîroz.
Di van çûyîn û seferan de Berlînî ji heşt heta panzdeh saetan bi rê de diçin û vegerê jî hesab bikin. Gava vedigerin bê xew û ji hal de ketî mîna pincarê xaşandî ango kelandî xwe bera nav nivînan didin.
Ev Newroz jî li Frankfurtê ye. Ji Berlînê şeş otobûs bi rê ketine. Li gel rewşa hewayê ya xerab ku tevahiya rojê şilî dide nîşan jî malbat bi zarokên xwe re bi rê ketine. Hevalekî di mîkrofonê de behsa girîngî û maneya cejna Newrozê dike: “ Newroz ne tenê cejn û şahiya hatina demsala biharê û destpêka roj û sala nû ye. Newroz berê du hezar û şesed salan wek tevgereke serhildanê ya li dijî Dehakê xwînxwar derket, tîranî têk bir û tevgera gelan a li Rojhelata Navîn bi ser xist. Dûvre ev tevger di kesayeta Kawayê Hemdem Mazlum Dogan de li zindana Amedê dubare bû. Ji wê demê şûnde jî Dehak kêm nebûn, Kawa jî wisa. Lê guhertineke girîng di herikîna dîrokê de encam da, ew jî pêşengiya Kawatiyê ket destê qehremanên jin, êdî jinên wek Zekîye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvan bûyîn pêşeng û pêşewayên liberxwedana li dijî Dehakan û nûnertiya Kawayên Hesinkar kirîn.
Niha em di rê de ne gelî hevalan. Emê siba li navenda Frankfurtê, li dijî Dehakê serdema me ku navê wî R.T. Erdogan e li ber xwe bidin. Emê biryardarî û rûmeta Kawayê efsanewî û ya hemdemî nîşanê tîranan û wisa jî nîşanê cîhanê bidin.
Axaftin diqede, strana Newrozê dest pê dike: “Newroz e Newroz e sibe ye Newroz e, maçek bide min yar, cejna te pîroz e…”
Hêdî hêdî bêdengî giraniya xwe berdide navendê û çavên westiyayî li xewa şîrîn digerin. Di nav de çiqas derbas dibe nayê zanîn lê ji nişkeve hin xort ji qata jorê ya otobûsê dadikevin û diqin qêrîn. Ev çi bêhn û dûman e!...Em li jorê fetisîn!..Tirs û sawdariyek li nav otobûsê rûdide. Hevalên qaşo Elmanîzan helw didin bi ajovan re biaxivin. Bi qasî jê fêm dikin, rewş ne baş e, motor li ber teqînê ye. Ka dêrî vekin, na!. Li ser rê û di autobanê de çawa deriyî vekim? Ka pencereyê veke di riya Xwedê de em fetisîn. Dibe ku ajovan jî hişê xwe wenda kiribe, herî dawî tê eqlê wî ku pencere li kêleka wî ye û vedike. Hêdî hêdî hewayê paqij û hênik di nav otobûsê de dilive û mirov dikarin piçek nefesê bistînin. Otobûs bi meşa erebaya gê li çûyînê dewam dike. Ajovan seknê jî qebûl nake. Di otobûsa ku jin, zarok û malbat jî heyîn de kelecaneke nedîtî hatiye pê. Ev dem û kêlî çiqas dirêj e nayê zanîn, lê bi qasî salan li ser rêvingiyan tesîrê dike. Taliyê xwe digihînin rawestgehekê û bi bayê bezê, bi leza brûskê xwe ji otobûsa li ber teqînê davêjin derve. Kuxtekuxt û pişkîna mirovan li navendê tevlihevê dengê nerazîbûnan dibe.
Heta otobûsên din digihin û mirov li hev parve dikin. Gelek kes cihên xwe didin jin û zarokan, bi xwe li ser piyan dimînin. Hîn ji Frankfurtê re herî kêm sê saet mane. Li Frankfurtê hewa baran e û sar e. Girse li cafeyên derdorê belav dibin. Li ber destşokan divê herî kêm mirov saetek an jî bêtir bisekine. Ciwan li derve bi dirûşmên xwe ve Frankfurt dihejînin. Keskesorê xwe bera ser bajêr daye.
Ew roj dîmeke dîrokî dide rengandin. Peyam digihijîn cihên xwe û dost û dijmin baş jê fêm dikin. Li vegerê gava daxuyaniyên tîranên serdemê belav dibin yên ji zehmetiya rê, ji baran û sermayê bêzarbûyî li hev dinêrin. Baş ku em jî çûn, baş ku em jî li wir bûn!.. Çi xweş e ku mirov jî hevparê wê rûmetê be! Newroza we pîroz be!..