Selman Aslan
Zarokên sînoran xwedî gelek bîranînên hay jixwe nebûyî ne. Li dora wan gelek bûyer diqewimin, li ber çavê wan mirov tên kuştin, xanî tên hilweşandin, bajarek tê tinekirin, lê nizanin û tênagihin ka çi diqewime. Kengî bi xwe dihisin, hingî her liba toza li dora wan bi bayê kur radibe, ji hev derdixin. Zarokatiya me jî li Nisêbînê wiha bû. Li dora me gelek bûyer diqewimîn, lê ji bo me tenê ‘tirs’ bû. Bi awayekî xwezayî vê di mezinbûna me de xwe da der û dide der.
Li cem me sînor nebû, tixûb nebû... Lê ‘têl’ hebû. Têl kujer bû, têl dijmin bû, têl tirs bû, têl xwezî bû, têl xeyal bû, têl hêvî bû. Jiyana li Nisêbînê ji têlan û wir ve û ji têlan û vir ve bû. Em zarok, xwediyê tirsa xwe bûn. Yek ji hişyariya herî zêde me dibihîst ‘binêrin nêzî têlan nebin ha’ bû. Lê hema bêjin, zarokan hemûyan guh nedida vê hişyariyê. Weke gelek deverên Bakurê Kurdistanê li Nisêbînê jî zarok stûna debara mala xwe bûn.
Ew dijmin in neçin wir
Rojekê em 4 zarokên, ku şîranî difirotin, weke her rojê me berê xwe da têlan. Li ser sînor, klûbeyên nobetê yên eskerên dewleta Tirk a dagirker hebûn. Me şîranî difirot wan eskeran. Her cara ku em diçûn, eskerên dagirkeriya dewleta Tirk mîna ku hatibin hişyarkirin, em fêrî silavdayîna leşkerî dikirin. Ew sonda nijadperestî ku her şeveq li dibistanan bi me didan xwendin, eskeran jî ji bo pesnê me bidin ka kî xweştir dixwîne, bi me dîsa dida xwendin. Lê wê rojê ji rojên din cûda bû. Dema em çûn, me li klûbeya nobetê ya eskeran tenê eskerek dît. Her roj eskerek li jêr û eskerek li jor di nobetê de bûn. Lê wê rojê tenê eskerek bû. Em çawa nêzîk bûn, ew eskerê her roj şîranî ji me dikirîn, da ber çêr û sixêfên bi Tirkî. Em zarok ji ya xwe nehatin xwarê û me dixwest em şîraniya xwe bifiroşin wî eskerî. Em çiqasî nêzîk dibûn, dengê eskerê Tirk bilindtir dibû. Mezinê me 10 salî bû û ez hê 8 salî bûm. Dema em metroyekê nêzî têlan bûn, wî eskerî berê sîleha xwe dame û deng jê deranî. Kevirekî li cem xwe avêt û dîsa berê sîleha xwe da ser me. Me jî wê kêliyê da revê û şîraniyên di sêniyên me de hemû ketin erdê. Ji ber ku rex têlan firezeya paqijkirî bû, şîraniyên me tev bûn ax û libên pûş. Bi bayê bezê me hemû bêyî paqijkirinê avêtin ser sêniyan û em ji wir dûr ketin.
Jineke emrê xwe zêde ne mezin jî ji dûr ve çavên wê li ser me bûn. Dema em nêzî wê bûn, me mesele fêm kir. Vê jinê ji me re got, hevalê vî eskerî şeva berî hatiye kuştin û ji ber vê ewçend li hemberî me hêrs bûye. Ji kincên jinê diyar bû, ku ji taxa Koçeran a Nisêbînê bû û Botî bû. Bi dengekî bilind ji me re got, ew dijmin e dijmin, careke din neçin wir û nêzî wir nebin.