Bi pêşengiya Akademiya Şehîd Viyan Amara ya Kantona Kobanê, par komîteyeke wêjeyî ji bo berhevkirin û nivîsandina çîrokên derbarê berxwedana Kobanê de ava kir û di nav salekê de 10 serpêhatî hatine nivîsandin. 

Bi armanca teşwîqkirin û bipêşxistina xwendin û nivîsandinê Akademiya Şehîd Viyan Amara komiteyekê wêjeyî ya ji 13 kesan di 15’ê Cotmeha 2015’an de ava kir. Her endamê komîteyê li gorî derfetê xwe çîrokan dinivîsîne û 7 ji wan çîrokan dixwînin û ji hemû aliyan ve çawanî û naveroka wê dinirxînin. 

Endamên komîteyê di nivîsandina çîrokan de ji welatiyên ku cihê xwe di berxwedanê de girtî sûdê werdigirin û çîrokên ku mereq dikin, dinivîsin.

Komîte bûyerên ku di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ên sala 2014’an li dijê Kantona Kobanê rûdayî de dinivîse.


Bûyerên qewimî dinivîsin

Her hefteyê 2 caran komîte dicive, her endamek çîroka ku nivîsandiye dixwîne û ji aliyê komîteyê ve ev çîrok tê nirxandin. Her wiha komîte mercên nivîsandina çîrokê ji aliyê rûpel û hejmara peyvan ve diyar dike. Mercê komîteyê ew e ku wateya çîrokê li gorî naveroka rast a bûyera qewimî be.


Heta niha 10 çîrok hatine nivîsandin

Mijarên ku endamên komîteyê di nivîsandina çîrokan de radihêjin wan, ji berxwedana şervanan, têkoşer û wan kesan pêk tê ku di berxwedanê de bi rolekê rabûne û sivîlên beşdarî berxwedanê bûne û tê de jiyana xwe ji dest dane.

Komîteyê heta niha 10 çîrok li ser berxwedana Kobanê nivîsandine û heta niha  dema bidawîkirina nivîsandina çîrokan diyar nekiriye.

Endamê Komîteyê Aras Hiso diyar kir ku, piştî ku ew nivîsandina çîrokan bi dawî bikin, ew ê xebatên xwe bikin pirtûkek û navê pirtûkê bikin “Çîrokên berxwedana Kobanê”

Hiso destnîşan kir ku di armancên ji avakirina komîteyê hene; ya yekemîn ew e ku her kes berxwedana li Kobanê nas bike, bi awayekî çîrok nivîsandina rastiya berxwedanê û ya duyemîn jî teşwîqkirin û bipêşxistina çanda xwendin û nivîsandinê di nava welatiyan de.



ŞÎLAN MIHEMED/ANHA/KOBANÊ