Her çendî li gor dîtinên hemî lêkolîneran şahbanû Şehrezad a çîrokbêj bi xwe keçeke Kurd e, piraniya çîrokan li Kurdistan û Mezopotamyayê rengê xwe girtine, li gel wê di Kurdî de jî tên vegotin, lê ta niha ev berhem bi giştî nehatiye wergerandin û neketiye xizmeta wêjeya Kurd. Birêz Abdulkadîr Ulumaskan yazdeh çîrokên ji „hezar û şevekê“ wergerand Kurdî û ev di nava weşanên Yekitiya Mamosteyên Kurd YMK de hate weşandin, Wergêr di pêşgotina vê berhemê de wiha radigihîne:
„…Ev (wergerandin) bi serê xwe karekî netewî, welatperwerî û wêjeyî ye…. Me, vê gavê ji „çîrokên hezar û şevekê“ yazdeh heb hilbojartin û wergerandin Kurdî. Bi hêviya wergerandina 990 çîrokên dawiya mayî, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.“
Birêz Abdulkadîr Ulumaskan di wergerê de ne tenê hostatiya xwe ya wergerê nîşan daye, li gel wê pisporiya xwe ya pedegojîk jî derxistiye pêş û ev yazdeh çîrok bê ku naveroka wan xira bike ji bo zarokan bi awayeke kurtkirî û bi hevokên zarok têdigihîjin wergerandiye Kurdî. Ji ber vê egerê jî mirov dikane hinên wan êvaran ji bo zarokan jî bixwîne.
Çîrokên di vê kurteberhemê de ev in:
* Kurteçîroka çîrokên Hezar û şevekê. Li gor vê beşê di dema Sasaniyan de du qiralên birayê hev hebûne. Yek Şehrîyar û yek jî Şahzeman bûye, ji ber îxaneta jinên xwe, ew ji jinan re dijminahî dikin.
* Şah û Şehreza. Şehriyar bi ki re dizewice, wê bi destê sibehê re dikuje. Dema wezîr keçekê nabîne, keça wê Şehrezad dixwaze bi qiral re bizewice. Di emcamê de keca wezîr Şahrezad bi qiral re dizewice û bi çîrokên xwe pêşî li vê kuştina jinan digire.
* Mirovê dewlemend û cin. Dewlemendekî di rê de rastî cinekî tê, cin îdîa dike ku wî dewlemendî kurê wî kuştiye. Çîrok wisa didome.
* Çîroka Mêrê kal û gakovî: Jina wî kalî kurê wî bi sîhîrê dike ajal û çîroka gakovî li dor vê mijarê diçerixe.
* Çîroka mêrê kal û her du seyên reş: Du bira li birayekê îxanetê dikin û periya jina kalê wan dike se. Çîrok li dor wan seyan geş dibe.
* Çîroka xelîfe û parsekê kor: Xelîfeyê li bexdayê rastê korekî tê, ji ber gotian wî ya bi raz, wî vedixwîne qesra xwe û ew ji xelîfe re çîroka xwe vedibêje.
* Qaziye biçûk. Ji ber mijareyekê dema xelîfe Harûn Reşît rastê dadgeha zarokan tê, rastiyê dibîne û wî kurikê bûye qazî, dibe qesrê û mijarê bi wî dide zelalkirin.
* Çûk dar û ava zêrîn. Ev jî dirama dê û kurê wê û keça wê ya baqil e.
* Dotmîr û sê bira: Her sê bira jî ji dotmama xwe hez dikin, lê divê ew îspat bikin ku ka kîjan herî zêde ji wê hez dike. Çîrok li dor vê kûr dibe.
* Cûce (hirik): Dikandar hirikek dibe mala xwe, di qirika wî de dasiyê masî dimîne, ew wî dibe li ber derê doktor cih dihêle. Çîrok li ser vê mijarê didome.
* Çîroka Kurmêrê Heranê: Qiralê Heranê kurê xwe yê ji Fruzê bi tevê wê dişîne ba pismamê xwe, dema kur mezin dibe, wek keleşekê tê dikeve xizmeta bavê xwe. Bira ji şêraniya wî diqehirin.
* Lambeya sêhrdar ku wek lambeya Aladîn jî tê nasin. Çîrok li dora lambeyeke bi sîhîr diçerixe.
Divê ev pirtûka bi awayeke herikbar hatiye wergerandin, hem bala mezinan û hem jî bala biçûkan dikişîne, di mala her Kurdî de hebe.
Nasnameya pirtûkê
Nav: Çîrokên hezar û şevekê
Wergêr: Abdulkadîr Ulumaskan
Bergê pêşiye: Şînê li ser reşahiyêye, li ezman stêrik li jêr jî
birceke bi kulîlkan xuya dike.
Weşan: Weşanên YMK, Adar 2013
Berg: Bi tevahî 124 rûpel in.
Çîrokên Hezar û Şevekê
Wejeya Kurdî di destpêka bihara xwe de ye, her roj bi berhemên nû wek kulîlkên bi rengên biharê pel vedide. Dê di demeke kurt de bikane bi wêjeya gelek welatan re têkeve pêşbirkê. Wêje ne tenê bi helbest, çîrok, roman û lêkolînan, bi wergerê jî dixemile. Di Adara 2013 an de çîrokên „Hezar û şevekê“ jî lê zêde bû.