Komeleya Çand û Hevgirtina Civakî ya Bi Kesên Koçber Re (GOÇ-DER), çîrokên 29 welatiyên ji çand û baweriyên cûda yên ji Kurdistan û Anatoliyayê bi darê zorê koçber bûne, kir pirtûk. Pirtûka yekem a bi navê “Çîrokên sirgûnê“ di sala 2005’an de hatibû çapkirin û pirtûka duyem jî di meha Kanûnê de ji aliyê Weşanxaneya Berdanê ve hate çapkirin.
Pirtûk ji aliyê komeke lêkolîner a ji 8 kesan hatiye amadekirin û çîrokên 5 Ermen, 11 Êzîdî, 4 Keldanî û 9 Suryanî yên di salên 1990’î de ji Kurdistan û Anatolyayê koç kirine di pirtûkê de cih digire.
Çîrokên Ermen û Ezîdiyan
Di pirtûkê de çîroka Yakup Yontan ê Ermen ê ku di sala 1992’an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qetilkirin, çîroka birayên Suryan Yakup û Ledho ya sirgûnê û çîroka welatiyê Êzîdî Îbrahîm Magar a piştî salan ji Ewropayê vegeriyaye jî di nav de gelek çîrokên balkêş cih digirin.
DÎHA/STENBOL