Pirtûka Sadik Aslan “Sari Solgun” ji weşanxaneya Lîsê çap bû. Aslan di pirtûka xwe de cih dide 7 cîrokên cuda. Têkilî û parvekirina di navberên civak û baweriyên Ereb Suryanî, Ermenî, Kurd, Tirk, Misliman, Xiristiyan, Êzîdî, Elewî yên ji aliyê serdest û bindestan ve çawa hatiye bikar anîn, digire dest. Dîsa di çîrokan de hin caran kesên bindest piştî serdemek din dibe serdest. Ayşe Gunaysu di pêşgotinê de diyar dike ku tenê her tişt bi jiyanê nayê famkirin û ger ku wisa bûya ew qas zilm û xerabî çênedibû. Ayşe Gunaysu, destnîşan dike ku pirtûkên dîrokê dane, belge, agahî û zanyariyên rojên borî li ber çavan radixe û pêşiya mirovahiyê ronî dike. Gunaysu, diyar dike ku jiyan vedana dîrokê ye.
Mirov dibe nava kolanan
Nivîskar Aslan di pirtûkê de bi hêza zimanê wêjeyî mirovan dibe nava kolan, mimarî, civak û baweriyên Mêrdîn ên hezar salan. Dîsa dibe li nava şahî û êşên wan, parvekirinên bawerî û civakî digerîne û tama wan rojan ji nûve zindî dike.
Çand, bawerî, îbadet û parvekirina di nava hevde hatiye hûnandin û dîsa di heman demê de xweseriyên ji hev hatine veşartin û parastin jî dîsa bi heman zimanê wêjeyî tîne ziman.
Aslan kî ye?
Sadik Aslan di sala 1977’an de li gundê Hêştrek ê Mîdyata Mêrdîn ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li Kerboranê xwend. Beşa Hiqûqê li Zanîngeha Marmara fakulteya hiqûqê xwend. Salek û nîvekê di sala 1998’an de hat girtin. Piştî hat berdan tev li PKK’e bû. Di sala 2007’an de li Sûrê hat girtin. Pişti hat girtin rastî 22 sal ceza hat. Aslan, niha li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê girtî ye. Pirtûka Aslan a “Gundogumuna yuruyuş” jî berê hatibû çapkirin.
DİCLE MUFTUOGLU /AMED