
Li Agiriyê nivîskar Nihat Oner ev 8 sal in ku gund bi gund, bajar bi bajar digere û heya niha nêzîkê 100 çîrokên devkî, berhev kirin. Oner ê di nav şertên zehmet de ev kar da meşandin got, gelek çîrokên kurdewarî ji aliyê dagirkeran ve hatine şêlandin û bang li weşanxaneyan kir da ku ji bo çapkirina van çîrokan jê re bibin alîkar.
Li Kurdistanê ji ber ku gelek çîrok tenê bi devkî tên vegotin, bi tunebûnê re rû bi rû ne. Li herêma Serhedê nivîskar Nihat Oner gund bi gund geriya û gelek çîrokên heya niha nayên zanîn, berhev kirin. Oner ê, ev nêzîkê 8 salan e, bênavber li gundên Îdir û Agiriyê digere, heya niha nêzîkê 100 çîrokan berhev kirin. Çîrokên ku heya niha nehatine weşandin û ji bilî herêma Serhedê li kêm cihan tên vegotin, her wiha jî dîrok û çanda kurdewar, efsaneyên Kurdan radixe ber çavan. Oner bi kêm derfetan ev çîrok berhev kirin, û bang li weşanxaneyên kir da ku ji bo çapkirina van çîrokan jê re bibin alîkar.
Ji bo ku tune nebin gund bi gund geriya
Oner ê hêj li herêma Serhedê li pey çîrokan digere, da zanîn ku ew zêdehî li gundên Agirî û navçeyên wê geriyaye û çîrok jî zêdehî bi devê kesên kalemêr û pîrejinan, hatine vegotin. Oner destnîşan kir ku nexasim herêma Serhedê ji aliyê çavkaniyê ve pir dewlemend e û heya niha zêde li ser vê çavkaniyê xebat nehatine meşandin. Oner diyar kir ku wî tu carî di berhevkirina çîrokan de berjewendî ji xwe re nekiriye armanc û wiha axivî: "Min tenê xwest çîrokên heyî bila winda nebin û bi awayekî nivîskî di dîroka Kurdan de cih bigirin."
Oner anî ziman ku di destê wî de gelek çîrokên nehatine deşîfrekirin jî hene û li ser pergala berhevkirina çîrokan ev tişt gotin: "Li kîjan gundî kesekî çîrok dizanî hebûya ez diçûm wê derê. Piştî qeydê jî min zêdehiya çîrokan deşîfre kirin. Lê yên hêj deşîfre nebûne hene.”
Çîroka Ristemê Zal jî heye
Oner behsa naveroka çîrokên hatine berhevkirin jî kir û got ku zêdehiya çîrokan bi awayekî fabl hatine berhevkirin û wiha pê de çû: "Di çîrokan de zêdehî mijar li ser ajalan tên vegotin. Li gundekî kalekî heftê salî hebû û wî ji min re behsa çîroka Ristemê Zal kir. Gelên Faris û Tirk jî car bi car Zal weke efsaneya xwe vedibêjin. Lê belê dema em li naveroka çîrokê dinêrin em jiyana kurdewarî tê de dimînin. Ji ber ku Kurd zêde xwedî li vê dîrok û çanda xwe derneketine jî nirxên wan ên çandî hatine şêlandin. Mînaka 'Muzîkjenên Bremenê' ku li gelek welatan populer e dema em lê dinêrin di çanda Kurdan de jî heye. Gelek çîrokên navteweyî ji aliyê gelên din ve hatin berhevkirin û li gorî çanda xwe hatin saz kirin. Ji ber ku karek sîstematîk nehatiye meşandin gelek çîrok ji aliyê gelên din ve hatine tomarkirin."
Oner nehat lîstika miduriyeta çandê!
Oner bi lêv kir ku demekê Miduriyeta Çandê ya Agiriyê ji bo çîrokan çap bike bi wî re hevdîtin pêk aniye lê belê wî ev daxwaz qebûl nekiriye û li ser sedema neqebûlkirinê jî got: "Rayedarên miduriyetê hatin ba min û xwestin bi Kurdî û Tirkî pirtûkan çap bikin. Lê belê ji ber ku armanca wan cuda bû û reseniya zimanê çîrokan sero bino dikirin min jî nexwest çap bikin. Divê çîrok ewilî bi zimanê xwe werin nivîsandin."
'Werin bibin hevkarê vî karê pîroz'
Oner ji bo çapkirina çîrokên ku kom kirine jî bang li weşanxaneyên bihistyar jî kir û got: "Niha di destên min de çîrokên dirêj mane. Yên nehatine nivîsandin ji yên hatine nivîsandin girîngtir û xweştir in. Hin weşanxane naxwazin çîrokan çap bikin û li gor berjewendiyên xwe lê dinêrin. Heke piştgiriya vî karî bikin dê di nav karekî pîroz de cihê xwe bigirin."
GOKHAN ALTAY/DÎHA/AGIRÎ