Têkiliyên Tirkiye-Sûriyê
Komkujiya Qamişlo berhemeke polîtîkaya rejîma Sûriyeyê ya bi tena serê xwe li dijî kurdan nîne. Rejîma Sûriyeyê di plan û pêkanînê xwe yên li dijî gelê Kurd de dewletên din ji xwe re mînak girt. Beriya Komkujiya Qamişlo, Peymana Edeneyê ya rejîma Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re mor kir, di vê polîtîkaya komkujiyê de xwedî cihekî girîng e. Bi vê peymana berfireh re, der barê polîtîkayên komkujiyê yên Tirkiyeyê li dijî Kurdan meşandine de, nêrîn hatin parvekirin. Bi peymana dijberiya Kurd re têkiliyên navbera Tirkiye-Sûriyê xurt bûn. Nêzîkbûn xwe gihand asta civînên hevpar ên desteya wezîran.
Polîtîkaya Erebkirina Kurdan
Dema Sûriyeyê şerê serxwebûnê da meşandin, Kurdan weke dijberê Fransayê di şer de cihê xwe girtin. Têkiliyên kurd-Ereb di şerê serxwebûnê yê sala 1946'an de bi pêş ket. Kurdên ku di şerê serxwebûnê de cih girtin, piştî şer ji nedîtî ve hatin.
Piştî ku Partiya Baas di sala 1963'an de hat ser desthilatdariyê, polîtîkayên înkarê zêde bûn. Partiya Baasê ji bo tinekirina Kurdan polîtîkayên nû ceriband û yek ji van jî polîtîkaya nifûsê bû ku di sala 1965'an de hat meşandin.
140 hezar Kurd di bin navê "polîtîkaya nifûsê" de bê nasname hatin hiştin. Qirkirina çandî ya li dijî Kurdan bi guhertina demografîk a weke "Kembera Ereb" tê zanîn, gihaşt asta herî bilind.
Komkujî hatibû plankirin
Komkujiyê di 12'ê Adara 2004'an de di dema maça futbolê ya navbera tîmên Derazor û Qamişlo de destpê kir. Di maça futbolê de, senaryoyek berê hatibû amadekirin bicih hat anîn. Ev komkujî ji aliyê Waliyê Hesekê û Rejîma Baasê ve hatibû organîzekirin. Walî, di dema tengezariya di maça futbolê de çeteyên eşîran ên ser bi dewletê xist nava tevgerê û destûra bikaranîna çekê da wan.
Di bûyera li qada futbolê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dûre çeteyên ser bi dewletê dîsa ji aliyê dewletê ve li kolanan hatin bicihkirin. Li her kolanê çeteyên dest bi çek, derketin nêçira Kurdan. Gelek mirov ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin. Di Komkujiya Qamişlo de 29 jê Kurd, 4 Ereb, 19 polîs-leşker bi giştî 52 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Zêdeyî 2 hezar mirov hatin girtin.
Kurd serî rakirin
Dûre serhildan û berxwedana Kurdên rêxistinbûyî destpê kir. Komkujiyê bi xwe re şerê Kurd-Ereban anî. Piştî Komkujiya Qamişlo li herêmên Efrîn, Heleb, Kobanê û Cizîrê li hemû bajaran xwepêşandanên protestoyî pêk hatin. Ji xwepêşandana re PYD'ê pêşengî kir. Beşar Esad ê bêçare ma, ji derveyî welat yekser vegeriya Sûriyeyê, bi Husnu Mubarek û lîderên welatên Ereb re hevdîtin pêk anî û ji wan alîkarî xwest ku protestoyan rawestînin. Li ser protestoyan Dewleta Sûriyeyê yekemcar da xuyakirin ku Kurd jî welatiyên Sûriyeyê ne û hebûna gelê Kurd qebûl kir. Ji bo nermkirina rewşê bi PYD'ê re dest bi hevdîtinan kir. Di serî de Kurdên Bakûr li çar perçeyan Kurdistanî piştkiriya serhildana li Rojava kirin û xwedî li birayê xwe derketin.
AZÎZ KOYLUOGLÛ/QAMIŞLO