Di 12`ê Adara 2004`an de li Stada Beledî ya li Qamişlo maça di navbera tîma Cîhad a ji Qamişlo û tîma Fitwa ya ji Dêra Zorê de hebû.

Beriya destpêka maçê bi çend kêliyan, alîgirên tîma Fitwe ku ji Dêra Zorê hatibûn sloganên siyasî yên rejîma Sedam Husên ku di dema dagirkeriya Emerîkayê de hatibû girtin, silav kirin û bi sloganên din Kurd bi veqetînê wekî herêma Kurdistanê û pêkanîna pîlanên biyanî tewanbar kirin.

Hêzên hikûmeta Sûriyê aliyên ku piştgiriya her du aliyan dikin li heman cihî bi cih kirin. Ji nişikê ve alîgirên tîma Fitwe bi kevir û çekan êrişî alîgirên tîma Cîhad kirin.

Piştî ku gelek kes ji alîgirên tîma Cîhad birîndar bûn, li navrasta yarîgehê di navbera her du aliyan de şer derket. Piştî ku waliyê Hesekê Selîm Kebûl gihîşt Qamişlo û fermana hedefgirtina Kurdan bi awayekî yekser da, hêzên çekdarî yên Sûriyê bi zanabûn gule li sivîlan reşdandin. Di encamê de 3 ciwanên Kurd şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

Piştî agahiyên kuştina ciwanên Kurd, şêniyan dikanên xwe girtin û ji malên xwe derketin meydanan û rêyên giştî û xwepêşandan li sernaserê bajarê Qamişlo belav bûn.

Roja duyê li bajêr greveke giştî hat destpêkirin û bi deh hezaran kes beşdarî oxirkirina cenazeyên sê şehîdan bûn. Hêzên dewleta Sûrî gule li şêniyan dîsa reşandin û bi dehan sivîlên ku di nava wan de jin û zarok hebûn, hatin şehîdkirin û birîndarkirin.

Tevgera Civaka Demokraîk bi daxuyaniyekê sala 2017`an ragihand ku ji ber gulereşandina rasterast di dema serhildanê de û ji ber êşkenceya di girtîgehên rejîmê de piştî serhildanê bi giştî 40 kes şehîd bûne.