Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî di roja 21’emîn de didome. Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê jî bi heman armancê doh dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan a dorveger kirin.

‘Bi milyonan kes tên tecrîdkirin’ 

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu li ser çalakiya Leyla Guvenê axivî û got, “Heger daxwazên Guven bên cih, aştî û aramî wê bê Tirkiyeyê. Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan bi milyonan mirov hatine tecrîdkirin. Pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê hatiye xitimandin. Ji bo dawî li vê xitimandinê bê, Leyla Guven jî çirûskek pêxist û dest bi çalakiyê kir. Lazim e her kes berpirsyariya xwe bîne cih.”

Bi vîna gel hatiye hilbijartin

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy jî diyar kir ku divê Leyla Guven demildest bê berdan û got, “Cihê parlamentereke ku bi vîna gel hatiye hilbijartin, ne girtîgeh e. Cihê wê nav gel û meclîsê ye.”

‘Bila daxwaza wê bê qebûlkirin’

Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen jî got, “Girtina Leyla Guven bêhiqûqî ye. Bi îdianameyên pûç parlamenter demên dirêj girtî dimînin. Cihê wekîlên bûne vîna gel, ne heps e. Ji ber vê yekê pêwîst e Guven demildest bê berdan û daxwazên wê bên qebûlkirin.”

 

MA AMED