
Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir, ku Şoreşa Rojava encama Serhildana 12’ê Adara 2004’an e.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gelê me di Şoreşa Rojava de ji hemû aliyan ve gihîşte serketinên mezin. Ji gelek eniyan ve li dijî dagirkerî û terorê têdikoş e. Gelê me ji cîhanê re isbat kir ku ew dikare projeya demokratîk a li ser bingehê netewa demokratîk û biratiya gelan hatiye avakirin, biserbixîne û ev serketin encama serhildana 12`yê Adarê ye. Em weke Koordînasyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kiryarên rejîmê ku li ser gelê me daye meşandin û di encamê de bi dehan şehîd û birîndarên me çêbûn, şermezar dikin. Em soz didin ku li ber xwe bidin û bi ruhê Serhildana 12’ê Adarê têbikoşin. Armanca şoreş û projeya me ya demokratîk ew e ku Sûriyeyê û giştî herêm bigihîje rewşeke bi ewle û aram.”
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi wesîleya 13. salvegera komkujî û serhildanan Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, rejîma Beasê di 12’yê Adara 2004’an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di aktîvîteyeke aştiyane ya sporê de xwîn rijand û hat bibîrxistin, ku di encama êrîşa hêzên paramîlîter ên rejîmê de bi dehan Kurdan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya KNK’ê de wiha hate gotin; “Em wekî KNK di vê sêzdehemîn sala komkujiya Qamişlo de, şehîdên Qamişloyê bi rêzgirtineke mezin bi bîr tînin. Keda wan bi avê de neçû, berxwedana wan bû hîmê avabûna xweser a îro. Di serî de berxwedana Kobanê û hemû xelkê me yê Rojavayê îro rûyê me spî kiriye û serê me bilind kiriye. Îro jî gelê me yê Rojava dijî her reng êrîş û operasyonan welatê xwe diparêzin. Baweriya me bilind e ku pêkve xelkê me yê Rojava wê vê destketa mezin biparêzin û bikine warekî nimûne yê azadî û demokrasiyê.″
PYD: Roja avabûna hişmendiya gelerî ye
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtya Demokratîk (PYD) şehîdên Serhildana 12`yê Adarê li bibîr anî û diyar kir ku 12`yê Adarê serhildana avabûna rêveberiya gel û avabûna hişmendiya gelêrî ya ku rejîma zordest red dike. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em serhildana 12’ê Adarê û şehîdên xwe birbîr tînin. Em soza bi şehîdên azadiyê re nû dikin em ê ji bo pêkanîna armancên ku ji bo wê şehîd bûne yên azadiyê, demokrasiyê û bicih anîna Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakuyrê Sûriyê bi hemû hêza xwe tevî hewildanên rejîmên herêmî yên zordest wek rejîma faşîst a Tirkiyê û neteweperestiya Kevin jî, em ê tevbigerin.
Em soz didin ku emê li hemberî gefên aliyên tarî û zordestiyê serî netewînin ji ber ku gelê me pêngavên dîrokî avêtin û çiqas komplo mezin be jî paşve nakşin″.
PADÊ: Rê li komkujiyan tê girtin
Desteya Rêveber a Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ), bi wesîleya 13. salvegera serhildana Qamişlo ya 12’ê Adara 2004’an daxuyaniyeke nivîskî weşand û hat gotin, “Ji wê rojê û pê ve gelê Qamişloyê serî netewand û her li ber xwe da.“ Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşa 3’ê Adara 2017’an a li Sinûnê û Xanesorê ya Şengalê û hat gotin, “Bêbextiya li Qamişloyê kirin, xwestin li vir jî bikin. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Beguman, ji niha û pê ve her komkujiya ji aliyê dagirkeran ve bê kirin, wê bibe sedema berxwedanê.“
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), di salvegera komkujiyên Helebçe, Qamişlo û Gazî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got; “Divê hesabê van qirkirinên li Kurdan hatine kirin bê pirsîn û sûcdar li dadgehên navneteweyî bên darizandin” da.
NAVENDA NÛÇEYAN