Oldar û serok eşîrên civaka Êzidî li Mizargeha Şêbil Qasim a çiyayê Şengalê bi merasîmekê Nayîf Dawid Selman ku bi xwe jî ji mala Mîra ye, weke Mîrê nû yê civaka Êzidî hilbijartin. 27’ê Tîrmehê li Lalişa nûranî Hazim Tehsîn Beg kurê Mîrê Êzidiyan yê çûyî ser dilovaniya xwe, weke mîrê Êzidiyan hatibû destnîşankirin. Oldar, serok eşîr û beşeke zêde ya civaka Êzidî nerazîbûn nîşan dabûn û diyar kiribûn ku divê mîrê Êzidiyan ji aliyê civaka Êzidî ve bê hilbijartin ne aliyek siyasî diyar bike.
Nayîf Dawid bû Mîrê Êzîdiyan
Oldar û serok eşîrên Êzidiyan doh li mizargeha Şêbil Qasim a çiyayê Şengalê hatin cem hev û bi merasîmekê Nayîf Dawid Selman weke Mîrê nû yê Êzdiyan hilbijartin. Yek ji Oldarê Êzidî Feqîr Şemo têkildarî hilbijartina Mîrê nû yê Êzidiyan peyivî û got: “Ji ber Hazim Tehsîn Beg bêyî nêrîna xelkê Şengalê bê girtin, hatibû diyar kirin, me qebûl nekir. Hazim Tehsîn Beg ji aliyê PDK’ê ve hatibû diyar kirin. Ji ber vê me Mîrekî din hilbijart. Mîr Nayîf Dawid Selman bi razîbûn û erêkirina hemû oldarên Şengalê hatiye hilbijartin. Em daxwazê ji civaka xwe ya Êzidî dikin ku Mîr Nayîf Dawid Selman esas bigirin. Ji ber Mîr Nayîf ji aliyê civaka Êzidî ve hatiye hilbijartin.”
Nayîf Dawid Selman kî ye?
Nayîf Dawid Selman ji malbata Mîra ye û di sala 1970’an de li navçeya Bêdrrê ya girêdayî navçeya Şêxanê ji dayîk bûye. Nayîf Dawid Selman li çiyayê Şengalê dijî. Nayîf Dawid doh li mizargeha Şêbil Qasim a çiyayê Şengalê ji aliyê Oldar û serekeşîrên Êzidiyan ve bi merasîmekê weke Mîrê nû yê Êzdiyan hat hilbijartin.
ROJNEWS/ŞENGAL