
Li seranserê bajarên Rojavayê Kurdistanê li dijî bêbextiya navneteweyî ya 15´ê Sibatê ya li dijê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî bi rê ve diçin. Li Dêrik û Dirbêsiyê jî bi heman armancê çalakî hebûn.
Bi hezaran şêniyên rojavayê kantona Cizîrê di çarçoveya lidarxistina meşa mezin a ji bo şermezarkirina komployê, doh li bajarê Dêrikê kom bûn. Xelkê ji hemû pêkhateyan di nava girseyê de cihê xwe girt û her pêkhateyek bi zimanê xwe diruşmeyên xwe gotin.
Kurd, Ereb, Suryanî, Kildanî û Êzîdiyên ji gund û bajarên rojhilatê kantona Cizîrê, li Meydana Azadî ya Dêrikê kom bûn. Welatiyan beriya meşa mezin posterên Rêberê Gelên Rojhilata Navîn Abdulah Ocalan, al û sembolên nûnertiya hemû pêkhateyan hilgirtin.
Hejmareke mezin jinên ku beşdarî meşê bûne, bi cilên xwe yên reş balê dikşînin ser xwe. Beşdarbûna hemû pêkhateyan, nîşana biratiya gelan û jiyana hevbeş a di nava pêkhateyan de ye.
Girseyê piştî meşa li nava kolanên bajarê Dêrikê li ber navenda Ciwanên Şoeşger a Dêrikê dawî li meşê anî.
Kongreya Neteweyî wê komployê têk bibe
Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan de, şêniyên Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Serêkaniyê beşdarî meşa azadiyê ya bi dirûşmeya ″kes nikare roja me tarî bike, azadiya Ocalan azadiya me ye″ ya li Dirbêsiyê bûn.
Li Dirbêsiyê siyasetvanên tevlî meşê bûyî, komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir û da zanîn ku bi lidarixistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî, komplo wê têk biçe. Di meşê de, nûnerên Rêxistinên Siyasî û Civakî girîngiya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî vegotin. Hevseroka Meclîsa TEV-DEM′ê Edalet Umer jî komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir û anî ziman ku lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî, bandoreke mezin wê li ser rewşa Ocalan bike.
Operasyona qirkirinê
Edalet her wiha destnîşan kir ku hêzên komploger bi Tirkiyeyê re beşdarî operasyona qirkirina gelê Kurd bûne û wiha domand: ″Bi berxwedana Ocalan, komploya navneteweyî têk çû û girtîhega Îmraliyê veguherî dibstana azadiya gelan.″
Derbarê lidarxistina Kogreya Neteweyî de Edalet da zanîn ku di vê pêvajoyê de lidarxistina Kongreyê girîng e û wiha peyivî: ″Lidarxistina Kongreyê wê bandoreke mezin li ser rewşa Ocalan û têkbirina komployê hebe. Her wiha bandorê li ser rewşa gelê Kurd di astên herêmî û cîhanî de jî wê bike.″
Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Azad Remo komplo şermezar kir, roja 15′ê sibatê wekî rojeke reş bi nav kir û got: ″Ocalan ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd, lê ji bo azadiya tevahî gelên herêmê têkoşiya. Ji bo ku em armanca Ocalan pêk bînin û gelê Kurd mafê xwe bi dest bixe, divê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî were lidarxistin.″

DÊRIK / DIRBÊSIYÊ