Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamya 4ê Nîsana 2013an li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîre hat vekirin. Di akademiyê de beşa Hiqûq û Dada Civakî û Zanista Civakî hene. Heta niha 3 dewreyên wê bi dawî bûne. Di akademiyê de dersên li ser dîrok, civak, felsefe û weke din tên dayîn.
Xwendekar û rêveberên Beşa Hiqûq û Dada Civakî ya Akademiya Zanistên Civakî ya Mezoptamya ji RojNewsê re axivîn.
Ronî Ebdî ji bajarê Amûdê yê Kantona Cezîrê ye. Li zanîngeha rejîmê xwendekarê qonaxa sêyemîn a yasayê bû. Niha li Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamya, beşa Hiqûq û Dada Civakî dixwîne. Ebdî derbarê beşdarbûna xwe ya di akademiyê de axivî û wiha got: “Min despêkê jî yasa dixwend û niha jî ez xwendekarê yasayê me. Rêbertî dibêje, ‘Xwe nas bike, tu kiyî?’ ev pirsekî felsefîke û dihêle mirov pêşbikeve. Zanîngeha rejîmê hemû yasa bûn, mirov dixist di çarçoveyekê de. Digot, ezê bifikirim û tûyê pêkbîne. Deshilatdarî çêdikir. Ev yek wisa dike mirov bizane mirovatî ne wiha ye. Lê me bi xwendina Parêznameyên Serokatî dîrok nas kir.”
Xwendekar Ronî Ebdî bal kişand ser cudahiya akademiya wan a ji zanîngehên rejîmê û ev tişt got: “Me di zanîngeha rejîmê de, dersa yekemîn ‘Siyaset çiye?’ dît. Wan digot, ‘Siyaset ji yê hesp dajo tê.’ Rastî ne wisaye û wisa dike mirov bi nêrînek ne baş temaşe bike. Lê siyaseta rast, exlaq û wekheviye. Lê di hiqûqa rejîmê de yasa datînan. Li Şamê yasa derdixistin û digotin, me li Amûdê û Kantona Cizîrê cîbicî dikir. Ew li kû, em li kû? Li vir Xweseriya Demokratîk heye û em dibêjin, gel bi xwe wê rêveberiya xwe bike. Pêwîst nake dewletek were û rêveberiya me bike.”
Yasayên rejîmê cudakar bûn
Ronî Ebdî destnîşan kir ku yasaya rejîmê cudahî dixist navbera neteweyan de û wiha got: “Cudahî dixist navbera Kurd û Ereban de. Digot kurd nîne û hûn hemû Ereb in. Dihêla di navbera me de dijberî çêbibe. Lê îro em felsefeya Rêber Apo dixwînin û felsefeya wî felsefeyek miroviye. Ev felsefe dibêje; kurd, Ereb, Xiristiyan, Asûrî û yên din hemû birayên hev in. Em hemû bi hev re dijîn û mafê me hemûyan wekhev e. Mafê her kesî heye bi zimanê xwe baxive û girêdayî baweriya xwe be. Lê di ya rejîmê de digot, hemû ola Îslametiyê ye. Ligel me Êzîdî û Xiristiyan hebûn. Lê li vir ne wisa ye û em hemû birayê hev in. Ji bo wê jî hatim vê akademiyê.”
Me xwe di dibistanên rejîmê de nedidît
Xwendekara akademiyê Gulşen Îbrahîm jî dibistana amadeyî ya rejîmê qedandiye. Wê jî derbarê beşdarbûna xwe ya di akademiye de wiha got: “Dema me temaşeyî dibistana dewletê dikir, me dît ligel civaka me nagunce. Du tiştên ji hev cuda ne. Ji ber di nav de behsa me nayê kirin û em xwe di nav de nabînin. Lê perwerdeya me ya li vir li ser bingehê civakê ye.”
Li ser pirsa ‘Te çima ev beş hilbijart?’ Gulşen wiha got: “Ji ber ez li dadê (edaletê) digerim. Dema mirov dibêje, ‘Dad’ ango wekhevî, pejirandina kesê li beramberî te. Bi hevre jiyan kirin û azad dîtin. Ev dade û ji bo vê yekê min ev beş hilbijart. Gelek zilm li civaka me hatiye kirin û dema mirov dadê nas bike; dikare civakek azad bafirîne.”
Ji rêveberên Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamya, beşa Hiqûq û Dada Civakî Çekdar Til Marûf bal kişand ser Akademiya Mezopotamya û wiha got: “Du beşên akademiya me hene. Beşa hiqûq û dada civakî û ya din jî zanistên civakî ye. Di akademiye de di warê felsefî, zanist, dîrok û zîhniyetê de ders tên dayîn. Ev ders li ser bingehê avakirina kesayetek azad û di civakê de rol bileyîze tên dayîn.”
Derbarê avakirina Akademiya Mezopotamya de Çekdar Til Marûf wiha got: “Akademiya me 4ê Nîsana 2013an di salvegera dayîkbûna Rêber Apo de hat vekirin. Heta niha 3 dewreyên me qediyane û ev ya 4mîne tê dayîn. 27 endamên vê dewreya me hene. Ji wan 17 jin in û yên din jî xort in. Dersên weke; dîroka Kurdistanê, felsefe, hiqûq, civaka xwezayî, rejîma heqîqetê û gelek dersên din tên dayîn.”
Em dixwazin civakek azad bafirînin
Ji rêveberên akademiya Mezopotamya Çekdar Til Marûf bal kişand ser armanca akademiyê û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em dixwazin li rojavayê Kurdistanê civakek nû û nûjen ava bikin. Civak bi ciwanan tê avakirin, ji bo wê jî me ciwan komî ser hev kirin û xwest di warê zîhnî, îdeolojî û fikrî de pêş bixin. Rêxistineke ciwanan ava bikin. Ji bo kesayetek azad û fikrek azad bê avakirin û em bikarin di civakek azad de bijîn. Ji bo civakek xweser derbikeve holê û bikarin xwe bi xwe rêveberiya xwe bikin.”
MİHEMED ORHAN/ROJNEWS/QAMİŞLO