Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bû mêvanê Medya Haber û mijarên di rojevê de nirxandin. Cemîl Bayik bal kişand ser polîtîkayên qirrkirinê yên li dijî gelê Kurd û got, ji bo Kurdan ji azadiyê hêjatir tiştek nîne. Bayik bi bîr xist ku di dîroka Kurdistanê de hemû tevgerên derketin holê yek bi yek tesfiye bûne, piştî her tesfiyeyê civaka Kurd şikestiye û hêzên dixwestin Kurdan qirr bikin bi vê yekê xwe wêrek kirine.

PKK ruh û mejiyê Kurdan e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik îşaret bi biryara li dijî sê pêşengên  tevgera azadiyê ya Kurdistanê kir û got, “Aktorên komployê ev yek dîtin û biryarên nû dan. Çawa ku komploya navneteweyî û hewldana sala 2003’an bê encam man, vê carê jî ew ê encamê negirin. Gelê Kurd êdî ev baş fêhm kiriye. Gelekî evîndarê azadiyê ye, ji bilî jiyaneke azad tiştekî din qebûl nake. Koledariyê qebûl nake. Demên berê ji bo Kurdan êdî nînin. Divê her kes êdî vê fêhm bike. PKK ruh û mejiyê Kurdan e.”

Jin hestiyar in

Bayik çalakiyên grevên birçîbûnê ku bi pêşangiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê dest pê kirin jî nirxandin û got, “Greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê ya li dijî tecrîdê ku di roja 34’an (35´an) de ye. Ev çalakî ji aliyê demê ve gelekî girîng e. Ew bûye wijdanê gelê Kurd, bûye wijdanê mirovahiyê. Çima Leyla Guven dest pê kir, ne kesekî din? Ev yek jî nîşan dide ku jin li pêşberî rewş û bûyeran hestiyar û berpirsyar in. Ji ber ku jinan herî zêde bi Rêber Apo re xwe gihand nasanme, reng û rastiya xwe. Ji mêr bêhtir fêhm kirine bê ka Rêber Apo ji bo wan tê çi wateyê.”

Divê gelê me vîna xwe biparêze

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik der barê hilbijartinên cihî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de jî got, “Ev hilbijartin ji bo Kurdan û hêzên demokrasiyê ji hilbijartinên beriya niha girîngtir in. Heger AKP-MHP encama bi dilê xwe bi dest nexistin, dibe ku hemû gavên avêtine li wan vegerin. Divê her kes bi vê zanibe, ew li dijî her tişta bi navê Kurdîtiyê ne. Ji Kurdan re dibêjin, ´heke hûn van şaredariyan bi dest bixin, em ê nedin we. Ji ber wê jî belasebeb tênekoşin, heke hûn biçin ser sindoqan jî em ê dîsa ji we bistînin.´ Bi vê yekê, dixwazin vê hizrê li ba Kurdan ava bikin, ´ji ber ku ew ê ji destê me bistînin nexwe çima em biçin ser sindoqan û em çima bixebitin?´ (AKP´yî) Pereyan belav dikin û sozan didin. Hewl didin bi van rêyan pêşiya têkoşîna Kurdan bigirin. Ez bawer dikim gelê me hay ji vî tiştî heye. Gelê me divê xwedî li sazî û nirxên xwe derkeve.”

 

BEHDÎNAN