Zanyar û civaknas Immanuel Wallerstein, mir. Immanuel Wallerstein di fîlozîfiya xwe de bi pergalên civakî û siyasî yên cihanê dadikeve. Ew di 89 saliya xwe de bû. Wallerstein, di jiyana xwe ya zanistiyê de pirtûkên Kapîtalîzma Dîrokî, Taliya Cîhana Em pê dizanin, Taliya Lîberalîzmê jî çap kiribûn. Wallerstein, bi analîzêin pergala civakên cihanê û nexasim bi teoriyên navend-derdorê yên ji bo sosyolojî û zanista siyasetê dihat nasîn.
Wallerstein, di 28’ê Îlona 1930’an de li New Yorkê ji dayik bûbû. Li Zanîngeha Colombia perwerde bû. Di destpêka zanîngehê de bi pergala civakên cihanê re elaqeder bû. Wallerstein, heta sala 1999’an jî li zanîngehê ders dan û lêkolîn kirin.
Rêberê Gelê Kurd Ocalan tevî Boockchinî gelekî bi xebatên Wallerstein jî dadiket û ew dixwendin.
NEW YORK