Li Ewrûpayê her sal Kurd bi rasthatineke çandî tên cem hev. Hatina cem hev a îsal wê li bajarê Holandayê Maastrichtê be.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E´yê têkildarî vê civana mezin a Kurdan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ji bo pêkanîna daxwazên beşdarbûna gel a zêde, wan biryar daye ku îsal vî civanê xwe li meydaneke berfirehtir bikin.

Ev hatina cem hev, ev civana mezin, îsal bi dirûşmeya “Azadiya Ocalan, ji bo Statuya Rojava û Li dijî Rejîma Qeyûm Berxwedanê Geştir bike” tê lidarxistin. Roja civanê jî 21’ê Îlonê ye. KCDK-E´yê di daxuyaniyê de banga beşdariyê li hemû alîgirên demokrasiyê kir: "Em KCDK-E li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li dijî êrişên li ser Rojava, Başûrê Kurdistanê û Rejîma Qeyûm bang li her kesî dikin ku dengê xwe bilind bike.  Em gelê xwe  vedixwînin vê civana mezin a 21’ê Îlonê li bajarê Maastrichtê yê li Hollandayê."

Ev civan wê li stadyûma bajêr çêbe û ser deverên rûniştinê jî girtiye, yanî xelk wê ji baranê parastî be.

 

NAVENDA NÛÇEYAN