Gundekî Ingilîstanê yê li Yorkshireê wê Welatê Oz bi bîra we bixe ku em berhemên wêjeyê yên L. Frank Baum nas dikin. Gundê Kettlewell ji bo batirsokan festîvalekê li dar dixe ji bo ku armancên xwe yên civakî bibe serî. Li gundekî Ingilîstanê ji rêûresmê ye ku her sal bi rasthatina festîvala batirsokan, batirsok û mirovên ku hez dikin batirsok bin, dicivin. Ev festîval wê tebaxa îsal jî bi rê ve biçe û ji niha ve batirsok li gund amade dibin, yan jî tên amadekirin. Ev çalakiya çanda li herêma Yorkshire bi navê Kettlewell Scarecrow Festival (Festîvala Batirsokan a Kettlewell) navdar e. Heger îsal rêya hina bi wir bikeve, ew ê di cih de bibîne ku di nava batirsokên amadekirî de yên ecêb û kêmdîtî hene; sêwirandinên taybet heta berhemên hunerî jî. Ku bû Tebax ne tenê ev batirsokên niha amadekirî, lê kolanên gundê Kettlewellê bi mirovên xwe şibandine batirsokan, tijî dibe. Ev herêma hanê bi pubên xwe yên orîjînal, bi bîrayên xwe yên cihî û agirên xwe yên ji bo civatên êvaran jî navdar e. Gundê bi rêyên teng ên di navbera xaniyên gund ên kevirî de, şiverêyên derveyî gund û girên heşîn jî dikarin bala mirov bikişînin û xêrhatina mirovî bikin. Lê ev nebin jî li gund bi batirsokên bi çavên zoq li gund dinihêrin jî hêjayî dîtinê ye. Dîrokeke dirêj a batirsokan Bi her halî her Tebax xelkê Kettlewellê çît, dîwar, baxçe û mêrgên xwe dixemilînin, bi batirsokên ew bi xwe çêdikin. Batirsok li Ingilîstanê hem xwedî rabihureyeke kevin in, hem jî di nava çanda wê de jî bi cih bûye. Ev hebûna çandî beriya Lyman Frank Baum û berhemên wî yên li ser welatê Oz ku tê de batirsokek jî heye û heta yek ji rêza berheman bi navê The Scarecrow of Oz (Batirsokê Ozê) sala 1915´an derçûye. Di sedsala 16´an de di The Faerie Queene (Melikeya Periyan) de Edmund Spenser behsa batirsokan dike, çawa ku Shakespeare û Daniel Defoe wêne û îmajên batirsokan bi kar anîne. Vêca zeitgeista global ha! Lê mihrîcan û festîvalên batirsokan bi xwe, kar û emelekî nûciwan e. Rêûresma li gundê Kettlewell di nîvê salên 1990´î de dest pê dike; qet nebe endamekî Komîteya Batirsokan a gund ê bi navê Nicky Fairweather wisa dibêje. Bi giştî qaîdeyên festîvalê besît in: Her sal meha Tebaxê hefteyekê (îsal ji 11 heta 19´ê Tebaxê), şêniyên Kettlewellê çît, hewş, devê deriyan, baxçe û mêrgên xwe bi batirsokan dixemilînin. Gelek ji van batirsokan îlhama xwe ji karakterên wêjeyî, dîrokî digirin. Tevî wan, fîgurên siyasî û yên çanda populer jî vî gundê ji rêzê û tîpîk ê Ingilîz vediguherînin û dikin ku ew bi rengekî ji rengan tevî batirsokên xwe bibe rengvedaneke “zeitgeist“a global. Mesela, di festîvala par de Melîke Victoria jî batirsokek bû li ser hatibû nivîsîn “Pal bide û li Ingilîstanê bifikire“, David Bowieyek û çar Trump jî ji festîvalê ne kêm bûn. Bi rehber yan li ber bayê dilî Heger qewimî û hûn li gund bin, hingê li Kettlewell rehbereke batirsokan wê hebe ku hûn ê karibin li gorî wê li nava gund bigerin; yan jî hûn bêhtir h ez ji ya dilê xwe dikin û dixwazin xwe bidin ber bayê dilê xwe, hingê hûn dikarin çavên xwe tamijî bikin ji wan dîmenên heyranker ên peyzajeke Ingilîstanê ku wê muhtemelen ji romanên wexwendî jî bê bîra we: robarên bi xwişîn diherikin di nava girên heşîn de. Lê bi her halî gund têra xwe piçûk e û gera li nava gund wê di nava çend kêliyan de biqede. Ji ber wê ya baş ew e dema ku we berê xwe da festîvala batirsokan hesabê gereke li nava erd, zevî, çiya û rûbarên Yorkshireê jî bikin. Xaniyên bi nav û Çaydanê Pêşbîniyê Gundê Kettlewell bi batirsokan jî û bê batirsok jî gundekî xweş, aram e ku neynikeke Ingilîstana gundewar e: her malek xwedî navê xwe yê bi Ingilîzî ye ku ji wan hin ên xweş jî ev in: Green Lea (Mêrga Heşîn), Ladycroft (Gundikokê Xanimê) û Fell Foot (Piyê bi Post). Li gund du lewheyên darî hene ber bi şiverêyan ve nîşan didin, yek ji wan rê dibe Providence Pot (Çaydanê Pêşbîniyê) ku qederê 2 kîlometreyan dûr e û ya din jî rê dibe Great Whernside (Navakuderê ya Mezin) di ser Hag Dyke (Xendeka Pîresêhrê) ve ku ew jî bêhtirî 3 kîlometroyan dûr e. Hola gund û berbarank Bi her halî, hema ku we dît dilopên baranê bi ser we de bariyan, xwe li temaşekirina batirsokan neawiqînin û berê xwe bidin hola gund. Li wir hûn dikarin bîhna xwe vedin, yan jî heger hûn hez ji gera di bin baranê de dikin, hingê bi paundekê hûn dikarin berbarankeke plastîk a lixwekirinê bikirin û vegerin nava gund. Di vê festîvalê de kêfxweşî û mêvanperweriya gundiyan li aliyekî, berpirsiyariya dîrokî û sivîl li aliyê din hene: mijara yekê ji pêşandana timî civakî ye. Armanc jî ew e ku fînansmana çêkirin yan jî temîrkirina dibistan, hola gund û dêrê ye. Bi vê armancê mirov fêm dike ka çima gundî bi ewqas dildarî xwe didin karê amadekariya vê festîvalê. Bi her halî ew nîşana wê yekê ne ku hefteyeke diyar a salê mirov dikare veguherîne hatina cem hev civakî û vê ji bo pkanîna armancên civakî jî bibe serî.  YORKSHIRE