Di 16-9-2019 de careke din garantorên Asitana li hev civiyan. Herçiqasî di encama her civînekê de tê gotin, wê roleke mezin di çareseriyê de bilîze jî lê berevajî vê aloziya heyî kûrtir dikin û rewş bêtir ber bi xerabiyê ve diçe. Dema mirov li panorama civînên berê yên van dewletan dinêre ev rastî eşkere ye. Bi civîna yekê rê hat vekirin ku Cerablus, Bab û Azaz têkeve bindestê dewleta Tirk, piştre Idlib, paşê jî Efrîn hate dagirkirin. Li cihê ku diviya agirbest çêbibe hemû bi şer hatin bidestxitin. Perçe perçe ev cihên ku di destê opsozyona Sûrî de ji dest çû. Niha Idlib maye ez bawer dikim ku wê rewşa Idlibê ji deverên din ne cûda be. Yanî wê ew jî têkeve bin destê rêjîmê. Di daxuyaniya civîna Enqerê de ya min dît ew e, civîn li şûna aloziyê kêm bike wê kûrtir bike sedem jî evin;
l Debêjin wê rê ‘li pêşiya çareseriya siyasî vebe. Ev yek pir dûrî rastiyê ye. Ji ber ku rewşa dagirkeriyê ya li Efrîn, Idlib, Bab, Cerablûs û Azazê neyê guhertin tu çareserî çênabe. Her weha civînên Cenevre jî ti encam jê dernakeve. Tevî vê ji %30 gelên Sûrî bi vetoya dewleta Tirk li derveyî civînê ne. Îca wê çawa çareserî pêk bê.
l Mijara duyemîn dibejin; di demeke kin de wê komîta destûrê dest bi karê xwe bike. Ev jî bê bingeh e. Yek, ji ber ku nebûna nûnertiya hemû pêkhateyên Sûrî, duyem wê ‘li ser kîjan perspektîfê ev destûr bê amadekirin. Dewlet netewe, dewleta ne nevadandî be ne diyar e. Wê cîhê van deverên dagirkirî çawa be. Ev hemû bê bersîvin.
l Mijara sêyemîn; debêjin em ê yekîtiya axa Sûrî biparêzin, bi hebûna dagirkeriyê wê ev yek çawa bê parastin. Dewleta garantor her roj komkujî ‘li Afrinê dike, wê çawa yekîtiya Sûrî biparêze.
l Her weha debêjin; Nahêlin tu rêveberiyên xweser çêbibin. Ev tê wê maneyê, ew ‘li dijî hemû çareseriyên demokratîk in, û dixwazin careke din Sûrî vegere rewşa berî 2011´an, û vê yekê ti hêz û pêkhate ‘li Sûrî qebûl nake.
l Di encama van hemiyan de ‘li gorî nêrîna min. Ev civîn jî wek civînên din wê roleke baş di Çareseriya aloziya Sûrî de nelîze. Ew jî wê bibe pêlikek ji pêlikên kûrkirin û firehkirina aloziyê. Her weha îsrarkirin ‘li ser nebeşdarkirina rêveberiya xweser ji bo pêvejoya çareseriyê, niyeta nebaş a ji bo çareseriyê diyar dike. Ger di van xalên min li jêr diyarkirî de guhertineke bingehîn çênebe, eşkere ye, ev civîn wê ji rola şanoyeke tirajîk derbas neke. Di gotinê de dibêjin aştî Lê di pratîkê de şer mezin dikin. Di axaftinan de dibêjin, çareserî lê di pratîkê de xetimandinê çêdikin. Di axaftinê de dibêjin em dostê Sûrî ne, lê Sûriyan bera hev didin.
l Lê bi rastî wek tê gotin diz û xwediyê malê êdî bi hev zanin, êdî ev şano nema kare kesî bixapîne. Ji ber ku her tişt eşkere bûye. Edî weke gelên Sûrî divê em bizanin ku ji derdê xwe re divê em derman bibînin, û divê em nebendewarbin ku wê (dostên) Sûrî ji me re çareseriyê bînin, ew tenê dostê berjewendiyê xwe ne. Di hundurê van 8 salan de ev yek eşkere derket holê, divê em jî encam derxin.