Civîn li gundê Qezel Çox a girêdayî bajrê Amûdê bi tevlîbûna nûnerên êzdiyên hemû bajarên Cizîrê destpê kir. Piştre dîwana rêveberina civînê ji 5 kesan hate hilbijartin. Axaftina vekirinê ji aliyê Sekreterê Sindoqa Mala Êzdiyan Ilyas Seydo ve hate kirin. Seydo, bal kişand ser êrîşên komên çete yên li dijî Serêkaniyê bi giştî û gundên Êzdiyan bi taybet. Ilyas, koçberiya kurdên êzdî jî bi bîr xist û got, hejmara êzdiyên ku di sala 2013'an de koçber bûn pir zêde bû. Seydo, da zanîn ku pêwîste Mala êzdîdiyan careke din êzdiyan li hev kom bike. Seydo di dawiya axaftina xwe de berxwedana hêzên YPG'ê silav kir.


Rola Mala Êzdiyan
Di civînê de Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Xerîb Hiso jî axivî û bal kişand ser rola êzîdiyan a di nava şoreşa Rojava de û wiha got:'' Êzdiyan wekî hemû kurdan di nava şoreşê de xeta 3'yemîn hilbijart û bingeha xeta xwe ya xebatê destnîşankirin. Êzdiyan szî, dezgeh û komîteyên xwe yên taybet saz kirin, her wiha Mala Êzdiyan damezirandin.'' Hiso, da zanîn ku hemû aliyan kurdên êzdî paşguhkiribûn û êzdiyan bi xwe jî ji siyasetê dûr diketin û bang li kurdên êzdî kir ku xwe pêş bixînin da ku karibin rola xwe ya asayî di rêveberiya nû de bigirn.

Bila Êzdî bibin hêz

Endamê Mala Êzdiyan Milhim Umer jî di civînê de axivî û got ku beriya şoreşa Sûriyê û Rojava êzdî ji aliyê partiyên siyasî yên kurd ve hatibûn paşgukirin.Umer, diyar kir ku êzdiyan bi xwe Mala êzdiyan vekirin û hewl dane hemû êzdiyên Rojava bighînin hev. Umer, bal kişand ser rola êzdiyan di a di nava şoreşê de û tekez kir ku çarenûsa êzîdiyan bi çarenûsa Rojava re ye. Umer, bang li partiyên kurd kir ku êzdiyan paşguh ne kin, her wiha êzdî yên li derveyî welat û li ser navê êzdiyên Rojava diaxivin şermezar kir û got ku kes ji bilî Mala Êzdiyan dê nikaribe nûnertiya êzdiyên Rojava bikin. Umer, diyar kir ku êzdiyên Rojava çarenûsa xwe di rêveberiya xweseriya demokratîk de dibînin û dê cihê xwe di nava xweseriyê de bigrin. Piştî axaftinan nîqaş hatin kirin û di encamê de gelek biryarên girîng jî hatin girtin.

ANHA/AMÛDÊ