EGÎD EREN / NAVENDA NÛÇEYAN
Meşa Dirêj a bi pêşengiya Ciwanên Azad a ku 2´yê Îlonê li Dortmundê dest pê kir, li qedexeya polîsê Elman aliqî. Tevî qedexeyê ciwanên Kurd û ên înternasyonalîst çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Komîteya Amadekar a meşê da zanîn ku destûra meşên ku 5´ê Îlonê (îro) wê ji Dusseldorfê dewam bikira jî betal kir.
Polîsê Elman Şahîn Ranyayî yê ku li ser milê wî wêneyê Ocalan deqandî bû, kiribû hincet, ew binçav kiribû û meş qedexe kiribû. Ranyayî li ser mijarê got, polîs ji destpêka meşê ve li hincetan digeriya ku meşê qedexe bike. Ranyayî bi bîr xist ku ji ber qedexeyê, meş rawestiya be jî, çalakî dewam dikin bi rengê panel û bibîranînan.
Dor li ciwanan girtine
Meşvanên Meşa Dirêj li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Duisburgê dimînin û polîsan dor li wan girtiye. Ciwan bi pirranî helwêsta qedexeyê weke “ferman a Berlînê ye” dinirxînin. Ciwanan piştî civîna xwe ya li NCDK ya Dusseldorfê daxuyaniyek da û got, di encama tawîzên didin AKP-MHP´ê dewletên Ewrûpî jî êrişî destketiyên Kurdan û Kurdistanê dikin. Li ser navê ciwanan, ji Komîteya Amadekar Roj Amara Azime got, ew ê beramberî vê helwêstê çalakiyên xwe yên demokratîk dewam bikin: “Beramberî tevahiya zext û helwêstên faşîst provokatîf ên polîsê Elman jî, me xwest meşa xwe ya demokratîk dewam bikin. Bi her halî, em ê li her deverî bi xwedîderketina li Rêbertiyê çalakiyên xwe yên demokratîk dewam bikin.”
Bang li ciwanan
Azîme got, “Em weke ciwanên Kurd helwêsta polîsê Elman şermezar dikin û bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku xwedî li Rêber Apo derkevin”.