Ciwanên ji bakurê Kurdistanê yên ji bo şoreşa Rojava tevli refên YPG û YPJ’ê dibin bi berpirsyariya şoreşê ve di mewziyan de li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin. Ciwanên Kurd ên ku li Serêkaniyê di eniyên başûr û başûrêrojava de çeteyan paqij dikin sedema xwe ya hatina eniyên şer ji DÎHA’yê re vegotin. Bêrîtan Zagros a YPJ’ê ya ji Mêrdînê ye diyar kir ku wê valatiyeke pir mezin jiyaye û piştî tevli YPJ’ê bûye pêş ketiye. Zagros anî ziman ku piştî tevli YPJ’ê bûye xwe nas kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji ber polîtîkayên li dijî gelê Kurd ên bênasname kirin û ji zimanê xwe dûrxistinê ez derketim rê. Polîtîkayeke taybet hate meşandin. Min ferq kir ku ez ji rastiya xwe dûr ketim. Bi riya dibistanan ciwanên Kurd ji çand û cewherê xwe hatin dûrxistin. Zagros bilêv kir ku piştî tevli YPJ’ê buye tiştên li bakurê Kurdistanê diqewime bêhtir fêm kiriye û bal kişand li ser şerê Rojava. Zagros wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li vir li dijî hemû qirêjiyê cihanê şer dikin. Tenê ne ji bo gelê Kurd, li ku derê kesekî rastî neheqiyê bê em ji bo wan jî şer dikin.” Zagros da zanîn ku fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandor li ser wê kiriye û bi van fikran ketiye riya azadiyê û ev fikr îro li Rojava ji bo jiyana nû dikeve jiyanê. Zagros destnîşan kir ku xweseriya demokratîk misogeriya azadiya hemû gelan e û bang li hemû ciwanan kir. Zagros di bangewaziya xwe de ev tişt anî ziman: “Ev şer şerê me hemûyan e. Dem dema azadkirina welat, ax û nasnemaya xwe ye. Em şehîdên xwe ji bîr nekin. Divê em tiştên ku li Kobanê û Şengalê hatin kirin ji bîr nekin. Em wan tiştan hemû bifikirin û wisa biryarê bidin. Divê ciwan êdî refên xwe diyar bikin. Dê di kîjan aliyê de jiyana xwe bidomînin biryarê bidin.”

Em têkoşîna mirovahiyê didin

Endama YPJ’ê Çîçek Botan a YPJ’î ya ji Şirnexê ye jî diyar kir ku her tim lêgerîna wê ya azadiyê hebûye û piştî ku biryara xwe ya tevlibûnê bi malbatê re parve kiriye hatiye Rojava. Botan wiha got: “Min li vir ferq kir ku ez dijîm. Di nava jiyanê de gelek tiştan re rû bi rû dimînim. Carna dikevim nava kêmasiyê jî lê bi têkîliyên rêhevaltiyê xwe temam dikim.” Botan anî ziman ku bi tevlibûna YPJ’ê perwedehiyeke xurt dîtiye û jiyana xwe sererast kiriye. Botan ev tişt anî ziman: “Ji bo pêşeroja gelên me em di eniyên hevpar de hatin cem hev. Em li vir têkoşîna mirovahiyê didin.”

Şerê azadiya gelan e

Yek ji ciwanê ji Bakur hatiye û li Serêkaniyê li dijî çeteyên ADIŞ’ê şer dike jî Brûsk Amed ê YPG’î ye. Amed destnîşan kir ku çeteyan li dijî mirovahiyê şer vekirine û ew jî ji bo mirovahiyê li vir şer dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez wekî ciwanekî Bakur min nedikarî li hemberî van tiştan bêdeng bimînim. Min tehemulî çeteyên ku malên gelê me talan dikin nekir.” Amed bilêv kir ku tenê ne ji bo gelê Kurd j ibo hemû gelên li Rojava dijîn li vir şerê azadiyê tê dayîn.

Her tişt ji bo şoreşê

Amed derbirî ku divê hemû kes li dijî van çeteyan bisekine û wî di refên kesên li dijî van kirinan îsyan kiriye de cih girtiye û heta gelên Rojava azad bibin dê di mewziyan de şerê xwe bidomîne. Amed wiha berdewam kir: “Em wekî ciwanên bakurê Kurdistanê ji bo di mewziyan de cihê xwe bigirin û li dijî çeteyan azadiyê biparêzin hatin vir şer dikin. Em ê ji bo şoreşê canê xwe daynin holê. Em bi zanebûna hevalên me yên şehîd çima şehîd ketine li vir şer dikin.”

‘Ji bo min peywirekî pîroz e’

YPG’î yê bi navê Şoreş Amed jî ji Amedê hatiye Rojava jî destnîşan kir ku ew li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike û êrîşên li dijî Rojava bandor li ser wî kiriye û îro di eniyan de şer dike. Şoreş Amed anî ziman ku gelê Rojava ji komkujiyê tê derbaskirin û ev yek jî li ser navê îslamê tê kirin. Amed wiha berdewam kir: “Îslam rastiyeke gelê me ye lê bi van hestên gelê me ve dilîzin. Ev jî me diêşîne. Ev agirê şoreşê yê li Rojava hatiye pêxistin dê bandorê li hemû parçeyan bike û qedera çar parçeyan diyar bike. Jixwe tevlibûnên YPG jî girîngiya şoreşê nîşan dide.” Amed di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Cihgirtina di nava şoreşa Rojava ji bo min tiştekî pîroz e. Divê hemû ciwanên Kurd vê yekê bibînin. Em şoreşa ku bi hezaran salan in nehatiye kirin ava dikin. Divê hemû kes bibin şahidê vê yekê.”  



ÎSMAÎL ESKÎN
/DÎHA/SERÊKANIYÊ