Ciwanên Efrînê yên li navçeya Şêrawa û yên Şehbayê teqez kir ku ew ê rêxistina xwe xurt bikin û erka xwe ya rizgarkirina Efrînê pêk bînin. Yekitiya Ciwanên Rojava, civînên xwe yên li navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê didomîne. Civîna ciwanan di çarçoveya nîqaşkirina biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê de û rola ciwanan di rizgarkirinê de têne lidarxistin. Li gorî şerê gel ê şoreşgerî Pêr jî civînek li navçeya Til Rifet a Şehbayê bi amadebûna bi dehan ciwanan hate li darxistin. Di civînê de, Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava Harûn Apoyî li ser jiyana gelên şoreşger rawestiya û got, “Ji bo gelek karibe xak û welatê xwe biparêze, divê xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike.” Harûn Apoyî anî ziman ku ciwan bingehê şoreş û serhildanan in û ji ciwanên herêmê xwest ku biryarên Konferansa rizgarkirina Efrînê pêk bînin. Harûn got, “Wekî ciwan hewcedariya me bi xwebirêxistinkirinê heye. Di dema heyî de, berxwedana gelê Efrînê û berxwedana rêbertî bûne yek, divê em têkoşîna xwe ya rizgarkirina Efrînê mezin bikin. Bi hêza ciwanan û îradeya gel, Efrîn wê bi ser keve.” ANHA/ŞEHBA