Li gel endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasbourgê, ATÎK, Komeleya Dostên Kurd, Navenda Çanda Elewî ya Strasbourgê û bi sedan Kurdistaniyên ji bajarên derdorê hatin li ber istasyona Trêna Navendî meşek li dar xistin. Meşa li Place Kleber bi dawî bû posterên şervana YPJ’ê û ya li Kobanê çalakiya fadayî pêk anî Arîn Mîrxan, flamayên YPG, YPJ, alên KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û meşiyan. Girseyê li cadeyên mezin ên bajêr çalakiya rûniştinê pêk anî, bi Fransî belavok hatin belavkirin û xwendin.
ANF/STRASBOURG