
Başûrê Kurdistanê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd zend û benda xwe badide. Bi vê armancê li gelek cihan çalakî hatin lidarxistin û ji bo çalakiya navendî ya 9´ê Îlonê jî banga tevlîbûnê hat kirin. Li Hewlêrê ji bo helwêsteke yekgirtî ya alî û partiyên Kurd civînek hat lidarxistin.
Şêniyên gundê Tûwe Soran heta nahiyeya Sengeser ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke bi meşale li dar xistin.
Çalakî pêr bi şev hat lidarxistin. Şêniyên gundê Tûwe Soran bi pêşengiya Rêxistina Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşek bi meşale li dar xist. Şêniyên gund ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan ji gund heta nahiyeya Sengeser a ser bi Ranya ya herêma Raperîn meşiyan.
Piştî ku girse gihişt nahiyeya Sengeserê, li wir daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê Ciwanên Welatparêz, Meşxel Feqê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li gel hemû pîlan, êşkence û tecrîdê Rêber Ocalan têkoşîn û berxwedana xwe didomîne. Ocalan îradeya gel bi hêz kir.”
Di daxuyaniyê de her wiha nerazîbûn nîşanî dagirkirina Cerablus, Başîka û Mûsilê ji aliyê hêzên dagirker ve hat dayîn û daxuyaniyê wiha dewam kir: “Em wek ciwan dagirkeriya Tirkan şermezar dikin. Heta rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan jî em ê çalakiyên xwe dewam bikin.”
Piştî daxuyaniyî xwepêşandêran wêneyê Erdogan ku li ser hatibû nivîsandin ‘Kujer Erdogan’ şewitandin û siyaseta li dijî Kurdan a Serokkokmarê Tirk şermezar kir.
Xelkê Başûrê Kurdistanê dimeşe Hewlêrê
Li aliyê din amadekariyên çalakiya mezin a 9´ê Îlonê jî dewam dikin. Xelkê Başûrê Kurdistanê wê vê rojê bi doza azadiya Ocalan bimeşe Hewlêrê.
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistan, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê û Ciwanên Welatparêz vê lidarxistin.
Berdevka Tevgera Azadî û Endama Komîteya Amadekar, Tara Hisên banga beşdariya li çalakiyê li xelkê Başûr kir û li ser çalakiyê ev agahî dan: “Çalakî roja Înê, 9’ê Îlonê seat 17:00’an li ber pira Enkawe ya li hemberî Wezareta Dadê destpê dike. Çalakvan ji wir heta ber Konsûlxaneya Tirkiyeyê ya li bajarê Hewlêrê wê bimeşin.”
Partiyên siyasî ji bo yekîtiyê li Hewlêrê civiyan
Partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê li ser rewşa Rojava û Bakurê Kurdistanê, her wiha tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civiyan. Partiyan behsa girîngiya Yekîtiyê kir.
Alî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê doh li Ofîsa Partiya Zehmetkêşan a bajarê Hewlêrê, li ser rewşa Rojava, Bakurê Kurdistanê û tecrîdkirina Ocalan civiyan. Endama Meclîsa Rêveber a Zehmetkêşan, Nîştiman Kemal di destpêka civînê de axivî û diyar kir ku hemû partî vexwendine vê civînê, lê belê hinek partî beşdar nebûne û got: “Ev civîn, civîneke neteweyî ye. Pêwîst bû hemû partî amade bûna.”
Hevseroka Kogreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Nîlûfer Koç jî di civînê de got, “Em dixwazin helwêsta partiyên Başûr der barê dagirkirina Cerablûsê û siyasetên AKP’ê de bizanin.”
Kurd yek bin parçe nabin
Nîlofer Koç diyar kir ku ger partiyên siyasî di nav xwe de yek bin, kes nikare siyaseta parçekirinê li ser Kurdan ferz bike û wiha dewam kir: “Dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, rewşa Bakur û tecrîdkirina Abdullah Ocalan di berjewendiyên ti Kurdê/î de nîne. Pêwîst e, em hemû li ser vê mijarê, xwedî helwêst bin.”
Çalakvanê siyasî û Endamê KNK’ê, Şukrullah Heme Emîn jî di civînê de diyar kir ku armanca wan ew e ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê xwedî yek helwêstê bin.
Biryar e ku piştî civînê, encama naverokê ji raya giştî re were eşkerekirin.
RANYA/HEWLÊR
Kantona Cizîrê ji bo Ocalan li ser piyan e
Bi deh hezaran şêniyên Kantona Cizîrê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan dimeşin.
Ji bajarê Kantona Cizîrê, bi deh hezaran kes, bi armanca ku tevlî meşa şermezarkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan bibin, bi karwanên tirempêlan hatin bajarê Amudê.
Girse li Meydana Jina Azad a bajarê Amûde civiya û dest bi meşê kir. Nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Rêveberiya Xweser a Demokratîk û partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û sendîqeyên bajarên Kantonê tevlî xwepêşandanê bûn.
Her wiha saziyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongreya Star tevlî xwepêşandanê bûn.
Girseyê pankartên li ser nivîsandî “em dixwazin bi lez şandeke serbixwe bişînin Îmralî û agahiyan li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin”, “Azadiya Rêber APO çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e” û “Azadiya Rêber APO azadiya me ye”.
AMÛDÊ