PERVÎN YERLÎKAYA / BONN

Ciwanên Kurdistanî û înternasyonalîst bi hev re bi şîara “Bi rêbertiyê re bimeşe, faşîzmê tine bike” doh ji bajarê Elmanyayê Bonnê dest bi meşa dirêj a 5 rojî kirin. Ji Fransa, Swîsre, Awusturya û Elmanyayê 120 ciwan beşdarî meşê dibin. Meşa ku danê sibehê dest pê kir, gava ku nûçeya me dihata amadekirin, piştî bi 16 kîlometreyan diviyabû li Troisdorfê qonaxa xwe ya doh temam bikira. Ciwan wê îro meşa xwe dewam bikin û piştî bajarên mîna Koln û Leverkusenê, wê meşa xwe li bajarê Gladbachê bi dawî bikin.

Ciwan doh sibehî li Meydana Frieden Platz a Bonnê civiyan. Ciwanan T-shirtên li pêşiya wan wêneyê Mazlûm Dogan û nivîsa Berxwedan Jiyan e heyî, û li pişta wan jî nivîsa “Bi rêbertiyê re bimeşe, faşîzmê tine bike” heyî li xwe kir.

Ji ber ku polîsan ji ber posterên Ocalan û rengên kesk, sor û zer astengî derxistin, meşê hinekî bi derengî dest pê kir. Lê ciwanan bi biryardarî meşa xwe dest pê kir û alayên YPG, YPJ, TEV-DEM´ê û postera Zîlan (Zeynep Kinaci) jî hilgirtin. Ciwan wê îro ji Troisdorfê ber bi Kolnê ve bimeşin. Hêjayî gotinê ye ku li ser T-shirtên ciwanan şîara meşê bi Kurdî hatibû nivîsandin, û Berxwedan Jiyan e jî li bin wêneyê Mazlûm Dogan bi elmanî hatibû nivîsandin.