Ciwanên ku di çarçoveya Projeya Ekolojiyê ya ji aliyê Komeleya Ciwanan û Perwerdehiya Yekîtiya Ewropayê û Konseya Bajar a Rojeva Herêmî 21 ve hat amadekrin, li hev kom bûn, dest bi xebatên atolyeyê kirin. Ciwan ji bo xwezayê biparêzin dest bi xebatên atolyeyê kirin. Ciwan xebatên xwe li Mala Ekolojiyê ya Tesîsên Civakî û Şitlên daran ya Şaredariya Yenîşehîrê dimeşînin. Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu û heyetea pêre kom ziyaret kir û der barê xebatên wan de agahî standin. Selim Kurbanoglu anî ziman ku li vê Mala Ekolojiyê xebatek navneteweyî tê kirin û ev xebata ji bo parastina ekolojî û derdorê ku di malovaniya wan de tê kirin wan kêfxweş dikin. Qada xebatê ji 210 hezar metre kare pêk tê. Amed çavkaniya oksijenê ye. Li vir tu xebatên karê taybet tune. Em wekî rêveberiyên herêmî yên BDP'ê dixwazin li Tirkiyeyê di qada ekolojiyê û parastina derdorê de bibin mînak."

DÎHA/AMED