Li bajarê Dan Haage ê Hollandayê 21. Festîvala Ciwan, Çand û Sporê ya Mazlûm Dogan pêk hat. 21’emîn Festîvala Ciwan, Çand û Sporê ya Mazlûm Dogan a yek ji organîzasyonên herî mezin ên ciwanên Kurd e, bi tevlîbûna bi sedan ciwanan li bajarê Dan Haag ê Hollandayê li dar ket. Festîval bi meşeke bêhmepa ya bi flamayên PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. Piştre bi sirûda Çerxa Şoreşê ji bo şehîdan deqeyekê rêz hate girtin. Ciwan dê bi rola xwe rabin Di festîvalê de li ser navê Ciwanên Azad Şoreş Andok axivî û got:“ Fermandarê mezin ê Berxwedana Xwerêberiyê Çiyager û lehenga fedayî ya Berxwedana Efrînê Avesta Xabûr vê pêvajoyê pêşengên ciwan in. Xwedîderketina li bîranîna wan bi şikandina tecrîda li ser Rêber Apo pêk tê. Bi vê çarçoweyê ciwan li dijî faşîzmê divê serî rakin û Rêbertî azad bikin.’’ Aktîvîteyên cihêreng Di aktîvîteya sporê ya festîvalê de di navbera tîmên futbolê Veger Ûmût Elmaya û Kurd Potsdamê de maça fînalê hate lîstin. Tîma Kurd Potstam 5-2 bi ser ket. Festîval piştî lîstika futbolê bi hunermendên ku konserê bidin û aktivîteyên cihê dom kir. Ji bo zarokan cihekî taybet Di festîvalê de li gel konser, çalakiyên cihê jî hatin nîşandan. Lîstikên mîna stranc, boks, turnuvaya futbol û voleybolê çêbûn. Jinên ciwan di nava xwe de turnuvayeke volebolê lidar xist. Qada voleybolê di tevahiya festîvalê de eleqeyek mezin dît. Ji bo zarokan jî qadên lîstikê yên taybet hatibûn amadekirin. DEN HAAG