Ciwanên welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer doh li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê xwestin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û meşekê lidar bixin. Ciwanan ji bo daxuyaniyê destur ji parêzgeh û asayîşa Silêmaniyê girt, lê di saeta daxuyaniyê de hatin astengkirin. Li ser vê yekê ciwanan li navenda xwe bi beşdariya çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger daxuyanî dan.

Tevî astengiyan jî, endamên Gencanî Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi destekdayîna Tevgera Azadî û Tevgera Jinên Azad li navenda Gencanî Welatparêz daxuyaniyek da. Herêm Mehmud ku li dijî tecrîdakirina Rêber Abdullah Ocalan 92 rojan ketibû gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger jî tevlî daxuyaniyê bû.

Em astengiyan nasnakin

Hîva Kerkukî li ser navê ciwanan daxuyanî xwend û got: “Me wek ciwan diyarkiribû ku em ê meşeke navendî pêk bînin. Ev meşa me ji bo şermezarkirina tevliheviyên ku li Kerkukê tên derxistin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Xakurkê bû. Her çiqas me ji Asayîşa Silêmaniyê destur xwestibû û destur hatibû dayîn jî, meşa me ji aliyê asayîşê ve hate astengkirin. Ev astengkirin beriya meşê bi çend seatan pêk hat. Ji me re hat gotin ku daxuyanî hatiye qedexekirin û tu belgeyek fermî nehat nîşandan.”

Em şermezar dikin

Kerkukî di dewama axaftina xwe de balkişand ser rewşa dawî ya Kerkûkê jî û got: “Weke tê zanîn îro gelê me bi êrişên giran re rû bi rû ye. Qaşo YNK Kerkukê pîroz dibîne û wekî Qudusê dinirxîne, lê li hemberî tevliheviya Kerkukê, derxistina Kurdan û bicîhkirina Ereban, herwiha şewitandina zeviyan bêdeng dimîne. Dema  çalakiyên ji bo şermezarkirinê tên plankirin jî, asteng dikin. Çalakiyê me li dijî dagirkeriyê bû, lê hate astengkirin. Astengkirina vê meşê ne exlaqî ye. Em vê şermezar dikin.”

Emê di nava têkoşînê de bin 

Di daxuyaniyê de çalakvanê greva birçîbûnê Herêm Mehmud jî axivî û got; “Îro em li vir çend kesayetên Başur ji bo beşdarî çalakiya ciwanan bibin hatin. Me yê êrişên dagirkeriyê şermezar bikirana. Lê nehîştin ku meş pêk were. Ev ketine bereya dijmîn, ev 27 sale li ser planên dijmîn tevdigerin. Dixwazin gelê me teslîmî dagirkeriyê bikin. Lê em wekî gelê Başurê Kurdistanê ticarî vê dagirkeriyê qebûl nakin û em ê her tim di nav têkoşînê de bibin.”

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ