Ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji pêr û doh li paytexta Swêdê Stockholmê deng hat dayîn. Li paytexta Swêd Stockholmê, piştî ku navenda dengdanê pêr saet 9’an vebû, hilbijêrên li Stockholmê û bajarên din ên Swêdê berê xwe dan meydana Kista Fuarê û dest bi dengdanê kir. Ji Komîteya Hilbijartinê ya HDP’ê ya Swêdê Nûrten Akdag diyar kir ku di dengdana pêr de 5623 kesan dengê xwe daye û texmîn dikirin ku doh jî qederê 6 hezar kesan dengê xwe bidin. Ciwanê bi navê Erhan Baskî diyar kir ku wî dengê xwe daye HDP’ê û got, “Ciwan paşeroja xwe û Tirkiyeyeke demokratîk û azad di nava HDP’ê de dibînin. Lewma dengê xwe didin HDP’ê.” Ji Ciwanên Azad, Îdrîs Ferhat Çûrka jî da xuyakirin ku pêr gelek ciwanan dengê xwe daye û texmîn dike ku doh ev hejmar zêdetir bibe. Hevjîn Pero û Melkî Dal ên 70 salî piştî ku dengê xwe da, got, ew Suryanî ne û wan dengê xwe daye HDP’ê. ANF/SWÊD

Partiya Suryaniyan HDP ye

Jacob Mirza ê li Swêdê weke Nûnerê Yekitiya Suryaniyên li Ewrûpayê di nava Koma Hilbijartinê ya HDP’ê de cih digire, anî ziman ku Suryaniyên li Ewrûpayê wê dengê xwe bidin HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş. Li gorî nûçeya di ANF´ê de bi îmzeya Mûrat Kûseyrî hatiye weşandin, Mîrza gotiye, “Em ji gel û welatê xwe dûr ketin. Dewleta Tirk ji bo gelê me welêt biterikîne her tiştî dike. Em di vê hilbijartinê de gelekî serwext bûn. Gelê me pêwendiyeke mezin nîşanî hilbijartinê dide.” Mîrza wekî din anî ziman ku sempatiyeke zêde ya Suryaniyan ji bo Selahattîn Demîrtaş heye û got: “Gelê me Selahattîn Demîrtaş, ji xwe dibîne. Sempatiya gelê me ya ji bo HDP’ê heye. Dikarim bibêjim, wê di hilbijartinê de ji sedî 95´ê Suryaniyan dengên xwe bide Demîrtaş. Suryanî HDP’ê weke partiya xwe dibînin.” NAVENDA NÛÇEYAN