
Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla dewreya Şehîd Ebdo Doşka bi tevlîbûna 260 ciwanên ji herêma Minbicê, mezûn kir.
Dewreyê çend mehan dewam kir, şervan li ser hunera şer û waneyên birdozî perwerde bûn. Bi dawîbûne perwerdeyê re, şervanan merasîmeke eskerî li dar xist. Fermandarê Giştî yê MEM´yê Ednan Ebû Emced dawîbûna dewreyê li şervanan pîroz kir.
Piştî axaftinan û sondxwarinê şervanan bi daxuyaniyekê Tugaya Bazên Minbicê ragihand û tevlî MEM´yê bûn. Fermandarê Tugeyê Şivan Eselî daxuyanî xwend û got, “Piştî rizgarkirina herêma Minbicê ji aliyê MEM´yê ve û careke din jiyana bi ewle û aştî vegeriya herêma Minbicê, em Tugaya Bazên Minbicê ava dikin û tevlî MEM´yê dibin. Em ê li gorî rêgezên Meclîsa Eskerî û di bin sîwana Fermandariya MEM´yê de tevbigerin.”