Di pêngava sêyemîn a operasyona “Xezaba Firatê” a ji bakurê rojhilatê Reqayê hat destpêkirin, milên duyemîn û sêyemîn ên operasyonê li ser riya Reqa-Dêra Zorê gihaştin hev. Fermandarê Hêzên El Senadîd a hêza leşkerî ya Eşîra Şemarê ye ku di operasyonê de cih digirin, got yên ber bi Reqayê ve dimeşin zarokên vî bajarî ne. 

Fermandarê Hêzên El Senadîd El Hadî, diyar kir ku ew yek ji hêzên bingehîn ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) in. El Hadî, anî ziman ku QSD li kuderê şer bike ez jî li wir in û dest nîşan kir ku wan ji Hesekê heta Reqayê şer kiriye. El Hadî, anî ziman ku wan di pêngava sêyemîn a operasyona Reqayê de jî cih girtiye û dest nîşan kir ku, 3 sal e gelê Reqayê ji ber DAIŞ’ê êşê dikşîne û wiha axivî: “Hemû cîhan vê dibîne. Ji bo dawî li vê êşê bê em jî ketin rê. Ev jî peywira me ye. Çimkî em jî gelên Reqayê ne. Em baş dizanin li Reqayê gel çawa dijî. Gelê Reqayê wan naxwaze. Em jî ji bo azadkirina wan diçin.” 



‘Di her milî de em nêzî navendê dibin‘

El Hadî, anî ziman ku pêwendiya wan bi hin eşîretên li navenda bajêr in heye û got, ji bo ji DAIŞ‘ê xelas bibin eşîret tim bang li wan dikin û got, heta niha operasyon bi awayekî serkeftî bi pêş ve diçe. El Hadî diyar kir ku talîmata “Em ê di demeke nêz de liw ir bin. Amadekariyên xwe li gor wê bikin” hatiye dayîn û hêzên wan li xeta reqa-Dêra Zorê gihaştine hev. El Hadî, anî ziman ku qadeke mezin ji DAIŞ‘ê hatiye paqijkirin û wiha axivî: “Di her milî de em nêzî Reqayê dibin. Em bi awayekî serkeftî nêzî hedefa xwe dibin.” El Hadî, dest nîşan kir ku gelê Sûriyeyê zaf ji destê feraseta cîhadîst û çeteyan kişandiye û wiha got: “Em ê di demeke nêz de li Reqayê bin. Bila her kes bizanibe, li her cihê em azad dikin ref bi ref ciwan tevlî refên me dibin.”  


 REQA